Diyarname
Hejmara nû ya kovara Tîrojê derket. Tîroj ku bi kurdî û tirkî dertê di vê hejmarê de li ser rizîna dîroka fermî dosya amade kiriye.
Hejmara 42'yan a kovara Tîrojê derket. Tîroj ku du mehan carekê bi kurdî û tirkî derdikeve hejmara xwe ya rêbendan û reşemiyê pêşkêşî xwendevanên xwe kir.
Kovarê di vê hejmara we de li ser "Di dîroka fermî de dema belavbûnê / Dêrsim" dosyayeke amade kiriye. Di dosyayê de Sibel Ozbudun, Ozgur Sevgi Goral, Aydin Çubukçu, Ayşe Hur û Erdogan Aydin li ser mijarê dîtinên xwe anîne ziman.
Di kovarê, di beşa kurdî de Dawud Rêbiwar bi sernavê "Li axa ku şaristanî lê çêbûye pêşengekî zanistê; El-Cezerî" li ser fîlozofê kurd El Cezerî nivîseke nivîsandiye. Di nivîsê de li ser jiyan, berhemên wî agahî hatine pêşkêşkirin û wêneyên berhemên wî jî di kovarê de cih girtine.
Omer Uluçay li ser kurtefîlmê bi navê "Deng" ku mijara wê li ser Girtîgeha Amedê ya serdema 12'yê Rezberê ye nivîseke nivîsiye.
Nûra Cewarî jî ji arşîva Heciyê Cindî li ser pirtûkên dersên stranên ji bo zarokên kurd nivîsa xwe pêşkêşî xwendevanan kiriye.
Her wiha di kovarê de İsmail Beşikçi, Heval Evindar, Şeyhmus Diken, Zeynel Abidin Zinar, Kemal İnal, Behlul Zelal, Edip Polat, Fewzi Bilge, Vedat Çetin, Rojhilat Dersimi, Enver Ozkahraman, Fehim Işik, Cuma Boynukara, Bariş Avşar bi nivîsên xwe di kovarê de cih girtine.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.