Diyarname
Di finala Kûpaya Lîga Şampiyonan de Real Madrid û Atletico Madrid li Lîzbonê hatin ba hev. Real Madrîd bi tecrube û lîstikvanên xwe yên navdar maç bi dest xist.
Real Madrîd her yek ji berendamên fînalê, yan jî kûpayê ye. Lê van salên dawî de Atletico Madrid çiveke mezin daye xwe û her ber bi pêş ve diçe. Atletico Madrid ku hefteyek berê bi Barselonayê re lîst û di encama wekheviyê de bi pûanên zêde bû şampiyonê Spanyayê, her kes li bendê bû ku dê surprîzek din jî bike yan na. Li aliyê din Atletico têk biçûya jî, bi ser biketa jî sal bi serketin derbas dikir ji ber ku di dest de şampiyoniya lîgê û her wiha lîstina fînalê hebû. Lê çavê Teknîk Dîrektorê Atletico Madrid Simone û lîstikvanên wî li kûpayê bû. Maç bi heyecan dest pê kir. Golavêjê tîmê Diego Costa ligel ku seqet bû jî lîst lê encax karî 9 deqîqeyan bilîze. Di wê deqîqeyê de cihê xew ji bo Adrian Lopez hişt.
Di deqîqeya 36'an de Diego Godin baş xwe hil kir û gog şand nava torê: 1-0. Nîveka yekemîn bi vî awayî bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de bazdanên Bale, lêdanên Cristiano Ronaldo feyde nedida. 90 deqe temam bûn. Maç di dema zêdekan de, hema bêje her kesî digot maç çû, di deqîqeya 90+3 de Sergio Ramos gol avêt û got em hê hene; 1-1.
Piştî vê wekheviyê dê 30 deqîqeyên zêde bihata lîstin. Di 15 deqîqeyên pêşî de dîsa wekhevî xira nebû. Lê tecrubeya Real Madrîdê di nîveka duyemîn a zêdek de xwe nîşan da. Di deqîqeya 110'an de Maria lêda ji qelevan gog bi paş ve zivîrê lê Bale ew gihîşt encamê: 2-1. Di deqîqeya 118'an de Marcelo derket ser dikê û deqeyek paşê Ronaldo ji penaltiyê Atletico Madrid şand mala wî: 4-1.
Bi vê golê Ronaldo di Lîga Şampiyonan de gihîşt 67 golan û golên wî û yên Messi bûn wekî hev. Di Lîga Şampiyonan de hê jî qiral bi 71 golî Raul e.
Real Madrid piştî sala 2002'yan careke din bû gihîşt miraza xwe, lê Atletico Madrid piştî 40 salan ku gihîştibû fînalê dîsa negihîşt armanca xwe.