Têkiliya min û wergerê ji hezkirinê tê. Ewil ji bo ku ez zimanê xwe qam bikim min dest avêt wergerê. Dû re bû wekî xurekê û ket laşê min. Çi pirtûka ku min vedikir û min dixwend di heman wextê de min werdigerand û dixwend. Kengî ku ez ji nivîsê û xwendinê dibetilîm min radihişt berhemekê û min dest pê dikir ji xwe re werdigerand.
Di nîqaşa "Li ser wergerê" de vê carê gotin ê nivîskarê me Ronî War e.
Fermo nivîsa Ronî War: Yê dêmariyê


