Diyarname
Siyasetmedar Aysel Tûglûk ku nexweÅŸa demansê ye îro hat binçavkirin û berêvarkî hat bendan.
Polîs îro çûn mala wê û ew desteser kirin. Li gor hat gotin di sala 2012'yan de lêpirsîneke der barê Tugluk de hebûye, ji ber vê hatiye binçavkirin. Vê êvarê hat berdan.
Tugluk ku girtî bû û 10 sal ceza lê hatibû birin, ji ber ku nexweÅŸ bû Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê par biryara berdana wê dabû. Tugluk ev salek bû li mala xwe dihat dermankirin.
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) li ser hesaba xwe ya X’yê li ser mijarê wisa nivîsî bû: “Aysel Tugluk ji aliyê polîsên çûn mala wê ve bi hinceta lêpirsîna di sala 2012’yan hatiye destpêkirin, hate binçavkirin û ew birin Edliyeya Çaglayana Stenbolê. Tacîza darazê ya li dijî Aysel Tugluk didome ku ew, ji ber nexweÅŸa demansê ye biryara taloqkirina înfaza wê hatibû.”