Edîb POLAT
Fîlmê “Ev Dil Te Ji Bîr Dike?” bala her kesî, di serî de jî ya “Gaziyên 5 Nolu’yê” kişand. Lê mixabin li ser fîlm heta niha min rexneyek berfireh û di cih de nexwendiye. Ji bilî çend kurtenivîsên wekî “pesn” ku bi nêrînek “keltûra populerî” hatibûn nivisîn. Armanca vê nivîsê rexneyek û nirxandinek der barê beşên fîlm yên der heqê Hefsa Diyarbekirê de ye.
Dema ev nivîs tê nivîsîn cenazeyê Selîm Dîndar ku bi êrîşek komployî hat kuştin dihat defnkirin, Xwedê wî bi rehma xwe şa bike, ew jî gaziyek 5 Nolû bû. Di serî de dikarim bêjim ku tevahiya vî rêzefîlmî wekî domahîka “Dibîrbîne Evîndar” (Hatırla Sevgili) hatiye amadekirin û kişandin. Lewma gava dor tê ser Zindana Amedê mirov diwerqile, hestek cihê xwe li mirov dipêçe, mîna ku ew fîlmek cihê be, ango ew beş bi tevahiya rêzefîlm re li hev nake. Nakokî ji wê yekê ye ku îşkenceyên ku li wê zîndanê pêk hatine naşibin şertên tu hefsek din. Lewma divê rastiya Zindana Diyarbekirê bi serê xwe bibûna fîlm an rêzefîlm, ne wekî beşek ji rêzefîlmekê. Gava mirov bi gelemperî li senaryoya rêzefîlmî dinihêre, dibîne ku bi mijarên evîndariyê dertê pêş. Evîndariya Sînanê ku dikeve Hepsa Diyarbekir û Cemîleya karîkaturîst fîlm li pey xwe diherikînin, şîpa lehiya fîlm a gur her wiha dom dike.
Fîlm bi xebata komek heval ku Şoreşkerên Tirk in dest pê dike. Di hal û mercên beriya 12’yê Rezberê de, ew kom û komek nijadperestên tirk wekî rêkxistin dixebitin. Du bira hene, yek şoreşker e, yê din “ulkucu” ye, ji hev re ji ber sebebên îdeolojîk dibin neyar. Derbeya 12’yê Rezberê tê ser hikum, derketina kuçeyan qedexe dibe, bi şev kesek nikare ji tirsa û ji ber vê qedexekirinê ji malên xwe derên. Ew grûba şoreşker çalakiyek ber bi çav li dijî derbeyê nake, lê dîsa jî hin ji wan tên girtin. Yek ji wan girtiyan jî Sînanê nisêbînî ye. Ew bi eslê xwe kurd e, lê di nava refên çepên tirkan de cih girtiye. Gava li bajarek metropol tê girtin, wî dişînin Diyarbekir. Darizandina wî ya li Amedê, sûcê ku kiriye nediyar e, lê demekê di “5 Nolu” de dimîne û di dawiya sala 1982’yan de tê berdan û dîsa vedigere wî bajarê metropol, nava hevalên xwe yên berê.
Di serî de bêjim, mijarên wiha girîng heke li gor xwezahiya xwe neyên rasteqînkirin, dê bibin parçeyek ji çanda populer a sazûmaniyê. Piştî 29 salan şertên Zindana Amedê, wehşeta ku li wir pêk hatiye, cara yekem e ku dibe mijara fîlmek wiha. Helbet ev tiştekî baş e, ji bo ku dinya-alem bêhtir hovîtiya rêveberiya wê demê bizanibe, zarokên me bêhtir bi vê yekê bihesin pirtûk, wêne, karîkatur û fîlmên wiha hêz didin hişyariyê û nivîsîna dîrokek rast û dirust. Lê ji bo rastiya Hepsa Diyarbekir a wê demê were fêmkirin, çend beşên rêzefîlmekî têr nakin. Him têr nake, him jî meseleyê biçûk û karîkaturîze dike. Heke kesek 10-15 pirtûkên ku der heqê 5 Nolû de heta niha hatine nivîsîn nexwendibe, lê tenê li vî fîlmî temaşe bike, dê rastiya wê wehşetê, rêxistina leşkerî ya wê demê, armanca wan îşkenceyan bi tevahî û biberfirehî hîn nebe, ew der dê wekî hefsek ji rêzê ya Tirkiyeyê were fêmkirin. Wekî hefsek û îşkenceyên xedar ku demekê li girtiyan hatine kirin… Ew qas û ne tiştek din! Lê ev mijar ne tiştek wiha hêsan, asayî û ji rêzê ye. Jixwe gava di dawiya beşa Hepsa Diyarbekir de ku êdî Sînan tê berdanê navê 37 kesên ku di nava çar salan de hatine kuştin rêz dibe, bala temaşevan ji tevahiya herikîna fîlm qut dibe. Pirsek di serê mirov de vedije: Çima heta wê gavê li wê metropola ku fîlm hatiye kişandin kesek jî nehatiye kuştin, lê tenê li Amedê 37 kes bi sebebên cur bi cur jiyana xwe ji dest dane? Di pêvajoya serkirdayetiya Cûnta Faşîst de 52 kes hatine dardekirin, lê tenê li Amedê di du salan de 37 kes di wê hepsê de hatine kuştin! Ji bo çi? Di rêzefîlm de ev nayê gotin û nîşandan, sebebên vê yekê li holê tune ne. Tenê pirsgirêka zimanê dayikê derdikeve pêş ku Berzan ji bo vê yekê lêdan dixwe, tenê gava ew bi kurdî diaxifin, mirov fam dike ku ew kurd in. Lê nayê fêmkirin ku sebeba wê wehşetê kurdbûyîna wan e, an ji ber ku ew zindan li Kurdistanê ye. Jêderka raperîn û serhildana dawî ya kurdan ku niha didome, ew zindan e, egerên îşkenceya wê derê hebûna pirsgirêka kurd e. Lê ev yek di fîlm de hîç nayê zimên. Gava mirov ji aliyê teknîkî jî binihêre, beşa Hepsa Diyarbekir, wekî beşek cuda, wekî fîlmek din, dinyayek din dixuye. Helbet qala xwefedakirina Mazlûm Dogan tê kirin û ÇALAKIYA ÇARAN. Lê mirov hewante li benda rojiyên mirinê, şewitandina qawîşan a ku di sala 1984’an de pêk hatiye dimîne. Ka berxwedana rojiya mirinê a Kemal Pîr û hevalên wî. Tenê qalkirin têr dike?
Fîlm çend enstantane ji wê êşkenceyê nîşan dide, ev çi ne? Fermandariya Esat, kûçikê wî, îşkenceya laximê, lêdan, xwekaşandina di nav pîsî de, di hevdîtinan de qedexebûna axaftina bi kurdî. Çêkirina wêneyên li dîwaran, xwarina kêm û bêqelîte. Û hew! Rastiya Diyarbekir ev tenê ye? Çendin pirtûk hatine nivisîn, êş hatine kişandin, ev der bûye yek ji sebeba raperîna niha, yên ku mêjiyên xwe wunda kirin, yên ku li devre bi derbên wan lêdanan nexweş ketin û mirin, çendin malbat belav bûn, ka ev hemî li ku derê ne?
Bi rastî gava gotin rêzefîlmek derbareyê 5 Nolû de hatiye kişandin, kêfa me hat. Lê, me guman nedikir ku ew dê parçeyek ji keltûra populer be û ew çend virnî û şîrşehitî bê kişandin.
Gelo beriya 12’ê Rezberê keç û xort, hevalên ku di nav rêxistinan de dikaribûn bi hêsanî bibin evîndarên hev? Ev yek dihat rexnekirin jî, mîlîtanên xort ji keçên hevalên xwe re digotin “xoşkê”. Ev rastiyeke beriya 12’yê Rezberê ye, lê di fîlm de evîndarî li pêş e, senaryo li gor bîranîna keçika bi navê Cemîle hatiye nivisîn. Xortek bi wê re hevpeyvîn çê dike û ev yek heta dawiya fîlm dom dike.
Di beşên Hepsa Amedê de jî mijar evîna du kesan e ku li wir didome. Pirsgrêka kurd bi çi awayî li wê hepsê bandor li ser rêvebiran kiriye, ev ne diyar e. Kî wan qerdiyan, serbaz û rêvebiran wiha şîret dikir, kîjan hêz gotibû vê zilmê li wan bikin? Ev ne diyar e, ev nayê nîqaşkirin jî, lê cûnta faşîst bi wêneyên rasteqîn dertê ekranê, tenê armanca fîlm pênc general in, ne sîstema 12’yê Rezberê ye. Ergenekon cara yekem li wir pratîka xwe nîşan daye, lê derhêner vê yekê nexwestiye bibîne. Bi rastî gaziyên 5 Nûlu’yê dê naxwazin tenê bi wan sehneyên rêzefîlmî werin bîranîn, dixwazin bi lêkolîn û lêgerînên wan pirtûkan, wan berheman, wan bîranînan ku ji rastiya wê wahşetê dawerivîne werin dibîranîn. Mesele bi hişmendiya “Populer Kultur” hatiye biçûkirin û ketiye dilqê nêrînek ji rêzê. Wekî ku me di nivîsa ewil de jî gotibû, efsaneyên wir nayên dîtin, wekî ku derhênera fîlm nexwestibe serê xwe zêde biêşîne, an têke belayê, di dawiya wê beşê de navê hemî şehîdên wê hefsê rêz dike û ji nişke ve kurt dibire. Gava ew beş bi vî rengî diqede, mirov şaş dimîne. Kemal Pîr bi strana “Aglama Yar Aglama” di bîr tê ku ev strana wî ya taybet bû û rehmetî gelek jê hez dikir. Belkî senaryoya fîlm ji bîranînên şehîd Selîm Dîndar bingeh girtibe (em carek din wî bi rêzdarî bibîrtînin), lê lîsteya şehîdan dibe ku ji pirtûka min a “Rastiya Diyarbekir” girtibe. Hin kesan ji derhêner re gotiye Kemal Pîr ji “Aglama Yar Aglama” hez dikir, lewma ew beş bi wê stranê xelas dibe. Û navê şehîdan rêz dibe. Piştre Sînan di rojnameyekê de dixwîne ku Behzadê hevalê wî bi wê jana zirav miriye, ji bo heyfa wî hilîne dixwaze sûîqast bike, di konserekê de xwe li ber generalekî xweş dike, pankartek ve dike, evîndara wî nahêle ew çekê biteqîne.
Aliyê erênî yê ku bi rastî bandorek sosret li ser Sînan hiştiye ew e ku carna sahneyên îşkenceya 5 Noluyê tê ber çavên wî, ew gav hemî bala wî winda dibe, serê wî têkel dibe. Ev yek rastiya gaziyên 5 Nolûyê ye, kesekî ku di dema wehşetê de li wir mabe, teqez ew sehneyên xedar ji bîr nake, jiyan demeke dirêj li wan dibe dojeh.
Kêmasiyek teknîkî ew e ku nasnameyên beriya 12’ê Rezberê mîna yên niha bûn, ne pirpelî bûn, çima di fîlm de yên salên 1970’î hatine bikaranîn mirov fam nake.
Mijar jiyana piştî 12’yê Rezberê ye, lê mirov dinihêre ji bilî Hepsa Amedê li tu deverê kuştin tune (Erdal Erenê ku 17 salî hat daleqandin ne têde), bi mehan an salan qedexekirina derketina kuçê didome!!!
Cihekî ji bo kişandina fîlmî dîtine, ew der dişibe 5 Noluyê, lê bi her awayî bala mirov dikşîne ku çêbûwar e. Eywanên teng, qawîşên ku dişibin hucreyan, deriyên wan bi şîş in, naşibin 5 Nolûyê. Wêneyên rastî ji hefsa 5 Nolûyê ku nîşan didin têr nakin.
Ka ew berxwedanên mezin, ka ew rojiyên mirinê û birçîbûnê? Yek ji wan jî di fîlmî de cih girtiye? Lewma em dibêjin mijara “Zindana Amedê” tenê wekî xemlekê yan rîtuelek di rêzefîlm de cih digre û ve jî bûyerek ku ji sebebek raperîna gelekî ye dike parçeyek ji çanda populer.
Heke mirov li rolên hunermendan binihêre, ne yê Sînan pê dikeve û ne yê ku di rolê Esat Oktay Yildiran de dilîze lê tê; Sînan naşibe milîtanek û fermandarê zindanê jî ne bi heybet e, wekî xwînxwarekî tev nagere. Ne tenê di vî warî de kêmasî hene, her wiha komkujiya Mereşê ne wekî wêne, ne wekî şirove û ne jî wekî vegotin cih digre. Tenê hunermendek qal dike, ev yek fîlm dike şêweyê belgefîlm.
***
Nivîsên Edîb Polat ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Bi Mûnzûr re çi herikî?
- “Rê”ya ber bi qeyrana dil!
- Şaşiyên ziman ên TRT 6’ê -2-
- Şaşiyên ziman ên TRT 6'ê
***