Van rojan li serokbajarê Komara Qazaxistanê Astanê da civîna (forûma) têkilî û bêqeziyabûyîna li Asyayê û Festîvala hersale ya dostî û biratiya gelê Qazaxistanê ku rewayî 15 saliya Astanê hate derbazkirin. Di civînê da cîgirê sedrê Assambliya Gelê Qazaxistanê E.L. Tûxjanov li ser navê sedre Assambêla Gelê Qazaxistanê (AGQ) N.A. Nazarbayev ji bo roja rojnemegeriya Qazaxistanê çend redaktorê rojname û kovarên kemneteweyan pîroz kir û rewayî nîşana Assambêla Gelê Qazaxistanêye zêrîne «Бірлік» kir.
Di nava wan da helbestvan, rojnemeger, endemê Yekîtiya Nivîskarên Qazaxistanê û PEN’a Kurd a Navneteweyî Hesenê Hecîsileman jî hebû. Hesenê Hecîsilêman ji bo qewînkirina aştiyê, dostî û biratî, çand û hunera gelê Qazaxistanê da bi nîşana zêrîne Asamblê ve hatê rewekirin.
Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê “Berbang”, bi dil û çan helbestvan, rojnemeger, endamê Yekîtiya Nivîskarê Qazaxistanê û PEN’a Kurd a Navnetewî Hesenê Hecîsilêman ji bo rewakirina madalyaya Assamblêya Gelê Qazaxistanêye zêrîn «Бірлік» pîroz dike û jê ra tendurustiyê, sihet û qewetê, di xebata afirandinê de serkeftinê dixwaze.


