Televîzyona alman ZDF ligel Demîrtaþ axivî
Diyarname
Televîzyona alman a bi navê ZDF êvara 30'ê mehê bi awayekî yekser ligel Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaþ hevpeyvînek kir. ZDF duyemîn televîzyona fermî ya alman a mezin e. Di hevpeyvîna ku 10 deqe dom kir de Demirtaþ li ser pirsên di rojevê de bersiva tv'yê da. Vane hin notên ji wê hevpeyvînê:
- Tu têkiliya me û PKK nîn e, vê yekê herî baþ birêz Erdogan dizane. Ew bi ser min re polîtîkayeke qirêj dimeþîne, nêrînek wisa çêdike, nîþan dide wekî ku em bi xwe biryarên xwe nadin. HDP ji kesî fermanê nagire, li gor fermanên kesî tevnagere.
- HDP dixwaze aþtiyê saz bike, azadiyê saz bike û xurtir bike. Tu têkiliya HDP'ê bi tu bûyera þîdetê re nîn e. Me her demê xwe ji þîdetê dûr girtiye..
- Em tekane partî ne ku dikarin bi Îmralî, Qendîl û Enqereyê re hevdîtinê çêbikin. Em dixwazin vê biparêzin, gere rêyên têkiliyê neyên girtin.
- Dixwazin me ji wekî alîgirê terorê, alîgirê þîdetê nîþan bidin ku sedî 13 dengên ku me girtine ma ji wir daxin, bixin bin bendavê û bi vî awayî bi tena serê xwe bibe desthilatdar û bigihîje armanca xwe ya serokdewletî. Ev ne mimkûn e ji ber ku êdî civaka Tirkiyeyê wekî salên 90'î tenê ji yek çapemeniyê agahiyan nagire.Hemû çapemeniyê bigirin bin kontrola xwe jî ji ber ku dê nikarin çapemeniya civakî kontrol bikin, em dikarin rastiyan ji bo gel vebêjin û emê vebêjin jî.
- Niha þerê ku AKP'ê û birêz Erdogan daye destpêkirin ne þerê parastina welat e. Tirkiye welatê me yê hevpar ger di bin tehdîdê de ye em hemû bi hev re amade ne biparêzin, lê ev ne parastina welat, parastina Qesrê ye. Yanê ev þerê parastina birêz Erdogan a ji bo parastina kursî Qesra xwe ye. Divê di vî þerî de zarokên kurd û tirk nemirin, ji bo vê yekê jî HDP divê xurtir û mezintir bibe.
- Her ku HDP xurt bibe dê AKP lawaz bibe, her ku AKP lawaz bibe dê þer û çek bisekinin. HDP xurt bibe îhtîmala bikaranîna çekê ya ji aliyê PKK'ê ve dê kêmtir bibe.
- Tirkiye li hemberî rêxistina hov, qatil bikeve nav tevgerê tiþtek muhîm e, em dê piþtgiriya vê yekê bikin. Tirkiye divê bi awayekî xurt vê yekê bike, lê çiqas dike em ne bawer in. Heta demek kurt jî em dizanin ku bi awayekî têkiliya Tirkiyeyê bi DAIÞ'ê re hebû. Raste rast, an neraste rast piþtgirî daye DAIÞ'ê, em vê dizanin.
- Ger Tirkiye bi awayekî xurt li dijî DAIÞ'ê tevbigere rêya wê ne ew e ku ji DAIÞ'ê zêdetir operasyona hewayî li hemberî PKK'ê pêk bîne. Bi ya me tiþtê rast Tirkiye di cih de ligel PKK'ê aþtiyê îmze bike û ligel PKK'ê li hemberî DAIÞ'ê hê bi bandortir þer bike. Gere hêzên navneteweyî yên Koalîsyonê bikevin nava tevgerê. Ji ber ku PKK û hêzên nêzî PKK'ê li bejayî têkoþîna herî bi bandor li hemberî DAIÞ'ê didin. Tu wateya wê tuneye ku Tirikye DAIÞ û PKK bixe neman astê û li hemberî wan tevbigere, lewma Tirkiye ligel PKK'ê aþtiyê çêbike hem ji bo Tirkiyeyê hem ji bo herêmê dê baþ be. Gere Amerîka û hêzên din jî vê rastiyê bibînin û li gor vê yekê tevbigerin.
Vaye temamê hevpeyvînê:
ZDF-DEMÎRTAÞ