Diyarname
Du dêwên dinyayê, Întera Îtalyayê û Barselonaya Katalan di maça Lîfa Şampiyonan a Nîv fînalê de derketin pêşberî hev. Ekîba Maurinho Înter zora ekîma Guardola bir: 3-1.
Maç li bajarê Mîlano li Stada Giuseppe Meazza li dar ket û di deqîqeya 19'an de Barselona bi gola Pedro Rodriguec 1-0 derket pêş. Di deqîqeya 30'yî de lîsitkvanê Înterê yê ji Hollandayê Wesley Sneijder wekhevî saz kir: 1-1. Nîveka yekem wisa bi dawî bû.
Di deqîqeya 48'an de Maiconê brezîlyayî di deqîqeya 61'ê de jî li ser navê Înterê Diego Militoyê arjantînî bi gola xwe encam diyar kir: 3-1.
Divê ev bê gotin ku ji serî de diyar bû ku maç wê ji bo Barselonayê zehmet derbas bibe. Ji ber tofana xweliya ku bi ser Ewropayê de barî ye û balafir ranabin, Barselona bi otosubê rêyeke dirêj çû û gihîşt Mîlanoyê. Û bi vê westiyabûnê tîm derket maçê. Lê rewş çi dibe bila bibe encam ev e: 3-1.
Maça didiyan a di navbera her du tîman de wê 28'ê vê mehê bê lîstin û tîma ku wê derkeve fînalê wê diyar bibe. Ji bo Barselona Înterê têk bibe pêdiviya wê bi du golan heye.
Lîstikvanên tîman:
INTER:
Julio Cesar, Zanetti, Lucio, Thiago Motta, Eto'o, Sneijder, Maicon, Cambiasso, Milito, Samuel, Pandev
BARCELONA:
Victor Valdes, Deniel Alves, Pique, Puyol, Xavi, Ibrahimovic, Messi, Keita, Busquets, Pedro, Maxwell
Maça din a Nîv Fînalê ya Lîga Şampiyonan îro (21'ê mehê) li gor saeta Tirkiyeyê di 21.45'an de di navbera Bayer Muhiha alman û Olympique Lyona fransiz de tê lîstin..


