Diyarname
Li Bulgaristanê partiya neteweperest ATAKA xwest ku nûçeyên bi tirkî yên di kanala dewletê (BNT) bêne qedexekirin.
Li Bulgaristanê BNT nav hefteyê di sala 2001'ê ve her roj deh deqîqeyan nûçeyên bi tirkî diweşîne.
ATAKA'yê ji bo guherîn di zagona radyo televîzyonê de çêbibe pêşnûmayeke zagonî amade kir. Pêşnûmaya ku bi 14 mebûsên ATAKA hatine îmzekirin ji bo meclisê hate şandin. Di zagona radyo televîzyonê de wisa dibêje, "Hemwelatiyên Bulgaristanê yên ku zimanê wan a dayikê ne bulgarî ye dikarin bi zimanê xwe weşanê bikin." Pêşnûmaya ATAKA dixwaze ev xal bê guherandin û weşana bi zimanên din bê qedexe kirin. Ger pêşnûmaya ATAKA di meclisê de bê qebulkiri dê bernameya nûçeya a bi tirkî ya di BNT'ê de bê rakirin.