Stenbol
Vê carê koma Femen a ji Ukraynayê ku xwe tazî dikin û çalakiyan li dar dixin para xwe ji polîsên tirk girtin.
Koma Femen a ji Ukraynayê li gelek welatan xwe tazî dikin û çalakiyan li dar dixin. Bi vî awayî jî balê dikişînin ser mijarên ku li ser disekin.
Koma Femen vê carê li Stenbolê, li ber Ayasofyayê xwe tazî kirin û çalakî li dar xistin. Di roja 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de wan ev çalakî li dar xist, di vê rojê de xwest balê bikişînin ser şîdeta li ser jinê. Lê wan tiştek ji bîr kiribû: Polîsên tirk naşibin polîsên welatên din. Polîsan destûr neda wan, ew bi erdê re kişandin û girtin bir çavan.




