Îrfan amîda
Ku xwîn dawerive hundirê mirov, ku xwîn di hundirê rehên mirov de bitebite, ku xwîn bi betanê rehên mirov ve ranepelike, ku xwîn di paş bendên mejî de binijine, ku xwîn wekî mîna lehiya bi kêferat ya baranên tavî biharan bendan hilneweşîne, ku xwîn rêya xwe ji cîhokên kendavên kulên kevnare danegerîne, ku xwîn ji keviya berkela çav vekişe xewlexaneya xav, ku xwîn di awirên ewravî de bitevize, ku xwîn di dergûşên darînî de biderize, ku xwîn di şopên şewtar de bigevize, berê li derza deng dirize…
Civakên statîk, civakên feodal ku bi piştgiriyeke organîkî bi hev ve girêdayîne û endamên xwe dişibînin hev, civakên ku kesayetiya mêtingehiyê dijîn û dibin kevneperest, civakên ku hin nasnameyên wan an jî nasnameyeke wan hikum li hemû nasnameyên wan dikin, civakên ku pêdiviyê bi parastinê dibînin guh giran in. Guhgiran û taloqkêr.
Ji loma jî gelek deng diderizin, dirizin, zeng digirin ji ber nebihîstinê, di van civakan de. Têne daqurtandin deng, ku bi kelegiriyê girêkan li gewriyê dixin. Bi xencerên kalane yên ko û kor zewr li zengeloka peyvê dikeve. Dibe birîneke xizêzî. Xwîn dadiwerive dil. Deng xwîn dibe. Tu kes nabîne. Bi deng dibe xwîn. Tu kes nabihîze.
Ku neyê dîtin xwîna deng û neyê bihîstin dengê xwînê, di xewlexaneyên janzêm de dixilmişe. Direxine dil. Kevn û kêm dibe. Tu kes nizane. Û heger ku neyê dîtin, neyê bihîstin dengê xwînê civak kevn dibe, kêm dibe. Nazehire, nabişkive berbeyan. Mezin dibin şev. Xwîn dirize. Deng difiride.
Di civakên bi vî rengî de, wêjevan guhê civakê û awirên wê ne. Wêjevan ew in ku dibînin. Dibihîzin. Ser birînan kişif dikin. Dengên ku firidîne şevan, xwîna ku rexinîye keviyan, li hibrê, li serê pênûsê, û li dilê xwe didericînin. Bibîr dixînin. Ji nava şevan rehekê derbasî nava jiyanê dikin. Rêya xwîna riziyayî dadigerînin nava rehên jiyanê. Bibîr dixînin.
Dema min “Dengê xwînê”* ya Têmûrê Xelîl bihîst, ji nîvê şevê û bi wê de, min dît ku dengê “Temo” yê di şeveke Yêrêvanê de derizibû, ji şevên mezin yên bajarê min dixunivî. Û min dît ku xwîna “Temo” ya li ser axeke birîndar firidîbû, ji nav dîwarên bi tenî diçizirîn sikakên bajarên min yên ji evînê xalî.
Û pê hisiyam ku tembiya evînê li me nekiribû tu kesî,
Loma evîn diniqute ji dengê derizî yê li ser tahma xav a rûpelên kurmancî.
“Dengê xwînê” ango dengê Têmûrê Xelîl dengê Kurdistanê ye ji vî alî ve. Xwîna Temo bi deng e û dinale, ya jî, dengê Temo bi xwîn e û diniqute. Ji vî alî ve jî Kurdistanî ye Temo.
Wêje her roleke û fonksiyoneke nasandinê jî dilize ku îro herî zêde, ji ber rewşa Kurdistanê û Kurdistaniyan, pêdiviya kurdan pê heye. Parçebûna Kurdistanê û kurdan mixabin kurd jî ji hev bidûr xistine û encex bi wêjeyê dikarin parîkî ber bi hev bên, nêzîkî hev bibin, hevdu nas bikin. Bi vî awayî jî “dengê xwînê” metneke fonksiyonel e. Me nêzîkî kurdên Kafkasyayê, kurdên Kafkasyayê jî nêzîkî me dike. Di hênkaya bayê Elegezê de me pêrgî “dîsgotinên” kilamên kulêmekî bûne dike. Û em dibihîzin ku di heman kilamanên kevn û kalane de heman hêmaya bibîz in.
Dengê xwînê, evîn û birîna kurmancî ye, welatparêzî ye. “Şehîdkirina evînê” ya di ber evîneke dî de ye dengê xwînê. Temo û Alînayê piştî şehîdkirina evînê, evînê di nav xet û gotinan de, di nameyekê de dixewînin. Di hembêz û fediya peyvan de bi birînên xwe re mezin dikin wekî şevên di tenêtiyê de mezin dibin. Ji loma jî dengeke nermijî, şikestî û şermok e “dengê xwînê” ango evînê.
Belkî jî Têmûrê Xelîl û Temo tembiya evînê li me dikin bi kurmanciyeke ji xwînê.
*Dengê Xwînê, Têmûrê Xelîl, Weşanên Lîs, 2009
Nivîsên Îrfan Amîda yên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- X, W, Q û kurtenameyek ji bo birêz Hasîp Kaplan
- Anakronîzm û Komara Tirkiyeyê
- Notos Oyku û Semîh Gumuş
- Parlementerên DTP’ê çi nakin…!?
- Exlaqê pênûsê
- Li hemberî polîtîkayên globalîzmê saziyên kurdan û yên demokratîk çi dikin