Diyarname
Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) bi îdîaya lîstikvan Denîz Nakî propagadanya îdeolojîk û cudaxwaz kiriye 3 sal û 6 meh cezayê nelîstina fûtbolê û 237 hezar TL jî cezayê pere lê birî. Ji ber ku ceza ji sê salan zêdetir e ceza veguherî mehrûbûna ji fûtbolê û heta dawiya jiyanê.
Ev tê çi wateyê? Tê vê wateyê: Ger Denîz Nakî bixwaze were li Tirkiyeyê di nav tîmekî de bilîze dê nikaribe qet bilîze.
Lîstikvanê Amed Sporê Denîz Nakî çend roj berê li Almanyayê ragihandibû ku ew dê carek din neyê Tirkiyeyê. PiÅŸtî vê yekê TFF'ê ew ÅŸandibû dîsîplînê û niha ev ceza lê birî.
Jiyana fûtbolê ya Denîz Nakî
Denîz Nakî yê 28 salî berî were Tirkiyeyê li Almanyayê li Fc St Pauli û SC Padernborn lîstibû. Her wiha formaya U21 ya Tîma Neteweyî ya Almanyayê jî li xwe kiribû. PaÅŸê hat Tirkiyeyû di tîma Enqereyê Gençlerbirligi de lîst. Ji ber êrîÅŸên nijadperest vegeriya Almanyayê. PiÅŸtî vê yekê Amed Sporê çû ew transfer kir.
**
Nûçeyên Eleqedar: