DANA OMER/ SILÊMANÎ / ROJNEWS
Biryar e di roja 1’ê kewçêrê de 2'yemîn festîvala navnetewî ku ji aliyê şîrketa Meste Film ve hatiye sazkirin, li bajarê Silêmanî were lidarxistin. Li gorî gotinên rêveberê festîvalê 9 hezar film ji 126 welatên cîhanê hatine festîvalê û biryar e ku 21 film xelat werbigrin.
‘9 hezar film tevlî festîvalê dibin’
Girêdayî amadekariyên festîvalê Rêveberê Festîvalê Daner Omer wiha ji bo ajansa me axivî: “Îsal jî şirketa Meste Film 2'yemîn Festîvala Navnetewî ya Silêmanî ji bo fîlmên sînemayî li Silêmanî li dar dixe. Festîval wê 7 rojan dewam bike. Wê hemû festîval li bînaya Huner û ewên din jî li City Sînema werin pêşkêş kirin. Îsal ji bo festivalê 9 hezar fîlm hatine. Filmên herî baş hatine wergirtin, li gorî welatan hatiye girtin. Hinek welat hene 10 fîlm girtine û 20 welat jî hene yek film jî ne girtine.”
‘Divê naveroka film li gorî festivalê bi gunce’
Her wiha Daner Omer got: “Navenda me li Hewlêr e. Hemû konsol û balyozxane li wir kom dibin. Emê çawa bikarin bînin Silêmanî, birêya çandê emê bînin. Ev yek jî stratejiya festîvalê ye. Her çar parçeyên Kurdistanê wekî navxweyî Kurdistanê hatiye jimartin. Filmekî ji her parçeyek Kurdistanê hatibe şandin, wekî bajarê Silêmanî danûstandin li gel tê kirin.”
‘Wê di festîvalê de 21 xelat werin dayîn’
Daner Omer balkişand ser cureyên filman û wiha dom kir: “5 cureyên filman di festîvalê de hene. Ew jî fîlmên dirêj, fîlmên kurt, fîlmên anîmasyon, belgefîlm û fîlmên ezmûnî ne. Ev fîlm ji aliyê xwendekarên beşa sînema û beşên ragihandinê ve hatine çêkirin.”
Rêveberê Festîvalê Daner Omer axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wê di festîvalê de 21 xelat werin dayîn. Em danûstandinê li gel zimanê îngilîzî dikin. Ji ber ku îngilizî zimanek navneteweyiye. Divê her fîlmekî jêr nivîsa îngilîzî di dema pêşkêşkirinê de ligel hebe. Her wiha lijneya ku biryara dawî li ser xelat dayînê bide hemû biyanîne. Tenê serokê lijneyan kurd in, ew jî ji bo çanda welatê me bi wan bide têgihandin.”