logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Roja zimanê Kurdî

Ji bo biwêja "Roja ziman" bibe xwediyê wateyekê, divê em bi hemû hêz û derfetên xwe ve li zimanê xwe xwedî derkevin, wî

  • Dîrok: 17/05/2018
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Fêrgîn Melîk AYKOÇ

“Ziman zanîne, zanîn jî xwe nasîne!” C. A. Bedirxan

Ji bo biwêja "Roja ziman" bibe xwediyê wateyekê, divê em bi hemû hêz û derfetên xwe ve li zimanê xwe xwedî derkevin, wî têkin zimanê jiyanê, nivîsandin, xwendin û zimanê bazarê. Dema em vê pêkneynin, kareseta tirsnak, ango têkçûn jî her diçe nêzîk dibe. Mîr Celadet Alî Bedirxan 86 sal berê ev rastî dît û şoreşeke herî bi nirx pêk anî. Wê çaxê wî bingehê elîfbayeke ku bikane zimanê kurdî li cihê herî berz û layîq bide rûniştin danî û cara yekem di rojnameya "Hawarê" de weşand, bingehê xwendin û nivisandinê afirand. Jiwê ev roj ji bo siberoja ziman û çanda me dîrokî û jiyanî ye, divê ne tenê were pîrozkirin, em di vê rojê de sozeke ji dil bidin ku em ji vê rojê û pêve kurdî dikin zimanê xwe yê jiyanê. Ziman nasname ye Pêkhatina zimanekî ne hêsan e, ew di pêvajoya bi hezaran salan de rengê xwe digire. Ziman encama tevahiya azmûn, çalakî, fêrbûn, fikirandin, şahî, şîn, nêzîkahî, germahî, henek, yarî û çalakiya derûnî ya civakekî ye. Ji wê jî hem bingeha kesayetî û hem jî ya nasnameya (îdendîteta) neteweyekê ye. Her gotin, her heyî li gor jiyana wê civakê reng û wate digire. Wekî mînak "pepûk" di civaka me da sembola şînê, lê di civakên din de tersê wê ye. “Kew” di civaka me de xwedan rengekê îxanetê, lê di civakên din de xwedan wateyê din e. “Bêrîvan” di civaka me de pîroz e, lê di civakên din de navê wê jî tune. Ji bo têgihîştinê em mînakek balkêşê din bidin: Îngilîz dûrbûnê bi "Mail" mirovên Grundlandê bi "şev û raketinê" em kurd jî dibêjin "Bi çend qonaxan" jê dûr e. Ango ziman jiyan bi xwe ye. Lêkolînê zimanzanina etnîkî (etnolinguistî) bi awayekî gelek zelal nîşan dikin ku rêzimana zimanekî çanda axivêran diteyisîne. Ango ziman ne tenê amrazeke ramandin û têgihîştinê, rasterast nasname û pîvana asta axivêr jî derdixe pêş. Bi gotineke din zimanê mirovekî seviya wî ya perwerede û zanînê jî raber dike. Ziman neynika parçebûn, tehribat û kompleksên li ser kesayetiya mirovan e jî. Li rastiya xwe xwedî derketin, yan jî jê revîn nîşana vê ye. Wekî mînak: em ziman ji dê û bavê xwe fêrbûn, dê û bavê me jî ji kal û pîrên me fêrbûne. Ku em wî zimanê dê û bavê xwe bi zarokên xwe nedin fêrkirin, di cihê wê de zimanê dê û bavên biyaniyan (mînak yê tirk, ereb) bidin fêrkirin, ev tê wê wateyê ku em ji dê û bavê xwe, ji kal û pêrên xwe şerm dikin, lema jî em zimanê biyanî layîqê zarokên xwe dibînin. Bi zimaneke tûj û tund ev heramzadetî ye. Ziman qedexekirin zimanan qedexekirin, pêşî li pêşveçûna zimanan girtin cinawirî û komkujiya herî xwînxwar e û dijminahiya mirovahiyê ye. Ji ber vê egerê jî Yekîtiya Neteweyan (YN) sala 2008'an wekî sala zimanan pejirand û hin tedbîrên li jiyanê hîştina zimanan girt. Wekî nimûne hin tekstên mînak bi zimanên di nav cendereya mirinê de ne dan nivîsandin. Herî zêde dewletên bê nasnameyeke (heramzade) bingehîn dijminahiya zimanan kirine, ziman qedexekirine, ango bi kotekê li gor xwe nasnameyeke netewî afirandine. Wekî mînak: Dewleta Avusturalyayê, zimanê Awbircînan qedexe kirin, yekê bi wî zimanî biaxiviya dikanîbû bihata darvekirin jî. Heman tiştî dewleta tirk anî serê me kurdan. Ev ji aliyekî ve jî; li gel cinawirî, bênasname û bê çandbûn, bê sinciya dagirkerên tirk nîşan dide. Qetliameke din a zimanan jî, zarava, devok û zimanên kêmaran e. Li piraniya welatên netew dewlet afirandine, zarava û devokên heremî hatine bişaftin, heta hin zimanên serbixwe jî di bin siya zaravayan de ketine bin pêla zimanê fermî. Li başûrê welat jî hewldaneke soranî wekî zimanê fermî derxistina pêş û helandina zarava û devokan heye. Lê divê hin zaravayên bingehîn, wekî kirmanckî, hewremî bi her awayî werin parastin û pêşxistin.. Roja zimanê kurdî bi hêvîya kurd bi her awayî li zimanê xwe vegerin, pîroz be.
16/05/2018, Yenî Ozgur Polîtîka


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Leşkerên kurd ên ji artêşa Sûriyê reviyan çûn Başûr

ad

Festîvala Fîlman a Kurdan a Frankfûrtê amade ye

ad

Uras: Di serê wan de derizînek heye

ad

Dostê kurdan Jeremy Corbyn hat hilbijartin

ad

Xelatgirên xelatên Musa Anter diyar bûn

ad

Weşanxaneyên kurd nîn in, pirtûkên kurdî çawa eleqe dibînin?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname