Diyarname
Teşkîlata Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropayê (Organization for Security and Co-operation in Europe - OSCE) biryar da ku di dema hilbijartina 24'ê pûşperê ya li Tirkiyeyê de heyetek wekî çavdêr bişîne Tirkiyeyê.
Daxuyanî ji aliyê Ofîsa Mafên Mirovan û Saziyên Demokratîk a OSCE'yê ve hat dayîn. Li gor daxuyanî dê heya çavdêran a ji 28 kesan pêk tê ku dê demek dirêj çavdêrî bikin û heyeta ji 350 kesan pêk tê ku ev jî dê demek kurt çavdêrî bikin dê werin Tirkiyeyê.
Di hilbijartina referandûmê de heyetên ji OSCE û Meclisa Parlementeran a Konseya Ewropayê hatibû Tirkiyeyê û referandûm şopandibûn. Her du heyetan gotibû, "Di şert û mercên wekhev de nehat kirin".


