AMED
Girseya li Qada Şêx Saîd kom bû û ber bi navçeya Sûrê ya ku dengê çekan lê bilind dibû ve dest bi meşê kir rastî êrîşa polîsan hat.
Polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîş li girseyê kir û girseyê ber bi Ofîsê ve dest bi meşê kir.
Di dema ku pevçûn di navbera polîs û gel de dom dikir Walîtiya Amedê ragihand ku saet bi 17.00'an ve qedexeya derketina kuçeyan a li Sûr û Farqînê hatiye betalkirin.
Ev nûçe dor saet 16.30 hatiye weşandin û dor 17'an hatiye nûkirin.