Bavê Tosin / Amûdê
Berî demeke kurt rêjîma Sûriyê xelekek nû ji planên xwe yên şoven bi cih kir, heşt mamoste ji bajarê Amûdê û çar ji Qamişlo û hejmarek biçûk ji derên din dûrî karê mamosteyê kirin û ew avêtin dûrî bajarên wan, wekî nimûne yên Amûdê avêtin:
1- Serê Kanyê
2- Til Tamir
3- Hisiça
4- Til Birak
5- Til Hamîs
Cihê herî nêzîkî Amûdê 75 km dûrî Amûdê ye.
Bi vê planê rêjîma Sûriyê dixwaze ku van mamosteyan biêşîne û şerê wan di pariyê nanê zarokê wan de dike tenê ji ber ku nêrînên wan cuda ne ji yên rêjîmê, ji ber ku kurd in û xwedî nêrîn û bawerî û prensîbên cudayî baweriyên partiya Baas ya serdar in. Ji bo wisa ew wan dixin tengaya û hewl didin ku bihêle ev mamoste bi xwe karê xwe berdin, ji ber her yek ji wan her rojekê tibabek pere di rêya çûn û hatinê de datînin û piraniya roja wan li ser rêyan derbas dibe û ev bi xwe (devjê berdana kar) armanca rêjîmê ye da ku ev kes bi pariyê nanê zarokên xwe mijûl bimînin û dem ji wan re nemîne ku di tiştin din de biramin. Ev ji hêlekê û ji hêla dî ve jî, ev dûrxistina van mamosteyan hewldaneke ji alî rêjîmê ve ku bi van mamosteyan yên din bitirsînin û ji wan re bêje: Binêrin kesê ku bi wê re û bi ya me neke bê çi tê serê wan.
Di bal û baweriya rêjîma şoven de ku bi van karên qirêj wê me bitirsîne û emê nêrînên xwe biguherînin, lê bila bi wisa şa nebe emê her û her bimînin wekî xwe û emê li dû doza gelê xwe bin, çiqasî ku ew me dûr bikin yan ji karan me biqewitînin yan jî me têxin binê zindanan, bila zanibin ku ew bi mûkî ji baweriyên me kêm nakin û emê bimînin xwediyê ramanên xwe û xwediyê doza miletê xwe, ta ku doza gelê me çareser bibe û em bigihên mafên xwe wekî her miletî li cîhanê, ji ber em jî miletek in li ser qada xwe ne, em ne kêmî tiştekî ne em ne kêmî kesekî ne, em xwedî dîrok in, xwedî qad in, xwedî ziman in, û em ranawestin ta ku nebin xwedî welat û maf.