Wan
Wan Belediyesporê bi teknîk dîrektorekî Mehmet Tugrul re li hev kir û maçên mayî êdî Tugrul dê tîme bide xebitandin.
Li Tesîsên Sporê yên Şahabettin Ozarslaner li ser mijarê daxuyaniyeke dan çapemeniyê û gotin ku ji niha û pêde dê Mehmet Tugrul teknîk dîrektoriya Wan Belediyesporê bike. Tugrul jî axivî û got: "Ji bo min rûmeteke mezin e ez xizmetê Wan Belediyesporê bikim. Ez hate dawî bi klûba xwe û lîstikvanê xwe bawer im."
Serokê Wan Belediyesporê Nihat Gezici jî diyar kir ku pêdiviya lîstikvanan û tîmê bi alîkariyê heye û xwest ku gelê Wanê xwedî lî tîmê derkeve.
Her wiha Gezici xwest ku çapemeniya herême dest ji gotinên xirab ên ji bo tîmê tîmê berde û piştgirî bide tîmê.
Berî niha teknîk dîrektorê Wan Belediyesporê Yilmaz Yigiterin bû.
Wan Bedeliyespor di Lîga 2'yan Koma 5'an a Tirkiyeyê de dilîze.