Diyarname
Îşev polîsan bi ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de girtin. Di heman demê de bi ser Çapxaneya Gun ku rojname li wir dihat weşandin jî girtin. Lêgerîn heta saet 3'yê şevê dom kir.
Parêzerên ku çûn çapxaneyê rastî peywirdarên TMSF'ê (saziyeke dewletê) hatin. Peywirdarên TMSF'ê ji parêzeran re gotin ku ew wekî kayyûm hatin ser kompaniya Engin Basin Yayin San. Tic. Ltd. (rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî di bin banê wê de tê weşandin). Her wiha Kayyûm şandine ser Gun Matbaacilik Reklam Fîlm Basin Yayin Tanitim San. Tic. Şti. Çapxaneya Gun ligel rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî wekî çapxaneyeke bazirganî gelek weşanên din jî çap dikir.
Der barê meseleya çima kayyûm şandine wir û dest danîne ser her du saziyan tu agahî nedane, tenê gotine hûn dikarin agahiyan ji TMSF'ê bigirin. Li aliyê din Xwediyê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî İhsan Yaşar, Xwediyê Çapxaneya Gun Kasim Zengin, xebatkarên çapxaneyê Erdogan Zamur, Kemal Kurt, Musa Kaya, Cemal Tunç, Kemal Daşdoğen û İrfan Kara hatin binçavkirin.


