Diyarname
KAYY-DER îsal wê 8'emîn Festîvala Boreka Kurdan li dar bixe. Festîval 9'ê mehê li dar dikeve.
KAYY-DER komeleyeke ya navçeyên Çewligê ye ku ji sala 1990'î ve li Stenbolê li ser çand û hunerê kar dike. Komele îsal sala 8'an e Festîvala Boreka Kurdan li dar dixe. Îsal ev festîval 9'ê mehê li "Goztepe Tabiat Parki" ya li Beykoza Stenbolê wê li dar bikeve.
Di festîvala îsal de hunermend Pinar Aydınlar, Koma Jinên Kay- Derê, Mahmut Ekinci, Koma Zarokên KAYY-DER'ê wê derkevin ser dikê. Her wiha Koma Dîlan a folklorê û wê def û zirne li qadê bin.
Di ragihandina ku KAYY-Derê kiriye de gotiye, "Em cejnê veguherînin festîvalê, festîvalê veguherînê coşê".


