AMÛDÊ
Di civîna Meclisa Qanûnsaziyê ya Demî ya Rêveberiya Xweseriya Demkortakîk de, Rêveberiya Demî ya Kantona Cizîrê û 23 wezaretî hatin ragihandin. Di civînê de her wezîrekî bi zimanê xwe sond xwar. Hekem Xelo û Nezîra Gewriye ji bo hevserokatiya Kantona Cizîrê hatin hilbijartin.
Di civînê de piştî guhertinên li ser Hevpeymana Civakî hatin kirin, Dîwana Daîmî ya Meclisa Qanûnsaziyê Kantona Cizîrê ku ji 5 kesan pêk tê hate hilbijartin. Li gorî vê Perwîn Mehemed, Ekrem Mehşuş, Evdulkerîm Seko, Hekem Xelo û Nezira Gewriye ji bo dîwanê hatin hilbijartin.
Hekem Xelo û Nezîra Gewriye her wiha ji bo hevserokatiya Kantonê hatin hilbijartin.
Piştre jî Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê ku ji 101 kesan pêk tê hate erêkirin. Ekrem Heso wekî Serokê Meclisê, Elîzabet Gewriye û Husên Ezam wekî cîgir hatin hilbijartin. Her wiha 23 wezîr hatin îlankirin. Piştî îlankirinê navên wezîran yek bi yek hatin xwendin û ew jî derketin ser dikê. Piştre 23 navên hatibûn xwendin, ji aliyê meclisê ve hatin erêkirin.
Piştî erêkirinê 23 weziran her yekî bi zimanê xwe sond xwar.