Diyarname
Kovara Dilop bi hejmara xwe ya 5'an li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovarê di hejmara xwe ya sermawez-berfanbarê de "Piştî pêvajoya aştiyê ji nû ve fikirîna meseleya kurd" derxistiye pêş
Lêkolîner Cuma Çiçek di vê derbarê de pirtûkek amade kiribû û pirtûk ji Weşanên Îletîşîmî derketibû. Wî di Fûara Pirtûkan a Amedê de jî di panelek de ev mijar girtibû dest. Ev mijara ku rojevîbûna xwe diparêze kovarê ji wê panelê beşek mezin girtiye û pêşkêş kiriye.
Di hejmara berî vê de li ser weşangeriya kurdî nîqaşek hatibû sazkirin, di vê hejmarê de Dawud Rêbiwar bi sernavê "Weşangeriya Kurdî: Pirsgirêk pir bin jî geşedan berdewam e" nivîsek nivîsiye û hem dosyaya berî vê temam kiriye, hem jî rexneyên xwe li axaftinên di wê dosyayê de kirine. Rêbiwar wisa dibêje: "Weşangerên kurd tim di hevpeyvîn û nîqaşên xwe de balê dikişînin ser nebûna şîrketeke belavkariya pirtûkên
kurdî. Rast e, lê belavkar wê li kê belav bike? Di baweriya min de, eger daxwazeke baş hebe ji bo pirtûka bi kurdî, şîrketeke belavkariyê ya kurdan nebe jî dê şîrketên belavkariyê yên li Tirkiyeyê vê valahiyê dagirin û wê berhemên kurdî belav bikin."
Ji nivîsan nivîsa Dr Erdal Sîpan jî derketiye pêş. Sîpan bi navê "Di tenduristiyê de feraseta bindestiyê" girtiye dest. Nîhat Gultekîn jî li ser Cemila Celîl ku wê jiyana xwe li ser xebata muzîka kurdî borandiye gotarek weşandiye.
Di van demên dawî de Amed Spor di rojevê de ye û gelek kes rexne dikin. Ji nivîsên tirkî Mehmet Ozyazanlar bi sernavê "Vurun Amedspor'a" (Li Amed Sporê xin) nivîsa xwe rêstiye.
Muslum Uzulmez, Recep Dildar, Dûrcan Cîrano, Îbrahîm Karaca, Nevzat Onaran, Bulent Gedîk, Fatime Tikîn, Namik Kemal Dinç, Erdal Sîpan, , Mehmet Çakmak, Mehmet Bayrak, Metin Yamalat, Cemil Oguz, Enver Ozkahraman, Îsmaîl Dîndar, Barış Avşar, Ferîd Demîrel bi nivîsên xwe, her wiha Furûx Feroxzad, Muslum Aslan, M. Çiya Mazî, Çorê Arda, Gulten Hayaloglu Kaya, Osman Sebrî jî bi helbestên xwe di kovarê de cih girtine.
*******
REKLAM
Daweta we heye û vexwendename lazim e? Fermo, ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan: Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul,
Telefon: 0212 -6266455, E-mail: info@davetiyeonline.net


