Diyarname
Teksta lîstika şanoyê ya Mem û Zînê ku Cuma Boynukara nivîsandibû wekî pirtûk hate çapkirin.
Cuma Boynukara nivîskarê şanoyê ye û ji Amedê ye. Boynuka kara heta niha li dor dehan lîstikên şanoyê nivîsandiye. Didu ji wan jî "Arîn" û "Mem û Zîn" in. Ev her du lîstik ku berê bi tirkî hatibûn nivîsandin û gelek caran hatibûn lîstin niha ji aliyê Rahmetullah Karakaya û Fehîm Işik ve ji bo kurdî hatin wergerandin.
"Arîn" bi navê "Ateşle Gelen" bi tirkî hatilbû nivîsandin û li ser baweriyên kurdan û gelê Mezopotamyayê ye ku bi sedan salan e didomin û heta niha hatine ne.
Mem û Zîn jî ji berhema navdar a "Mem û Zîn" Ehmedê Xanî hatiye girtin û veguhestiye lîstikeke şanoyê.
Niha yekem car ew ji bo kurdî hatin wergerandin.
Mem û Zîna ku Boynukara ji berhema Xanî wekî teksta şanoyê amade kir yekem car di sala 1995'an de bi derhêneriya Veysel Ongoren derkete ser dikê û hate lîstin. Lîstik ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê ve derkete pêşberî temaşevan
Dûre di sala 2005'an de bi derhêneriya Bulent Emin Yarar û Işil Kaplanoglu ji aliyê Semawer Kumpanya ve hate lîstin. Lîstik di heman demê de beşdarî 14'emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Stenbolê jî bû. Vê lîstikê heta niha gelek xelat jî girtine.
Arîn & Mem û Zîn / Cuma Boynukara / Werger: Rahmetullah Karakaya - Fehîm Işik / Weşanên Evrensel / 136 rûpel
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


