Diyarname
Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Şehbayê Duha Elûş li navçeya Fafîn a Kantona Şehbayê encamên hilbijartinan bi daxuyaniyekê ragihand.
Di daxuyaniyê de malavahiya hemû kesên ku di qonaxa duyemîn a hilbijartinên sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de ked û xebat kirine, hate kirin.
Li gorî daxuyaniyê encama hilbijartinên rêveberiyên herêmî li Kantona Şehbayê wiha ye:
-Hejmara giştî ya hilbijêran (Kesên deng dane): 29765
-Dengên hatine dûrxistin: 16
-Dengên hatin betalkirin: 169
Hejmara kursiyên li Şehbayê hatine bidestxistin li gorî lîsteyên hilbijartinan:
Meclîsa Kantona Şehbayê
Lîsteya Şehba ya Pêşerojê: 62 kursî
Kesên serbixwe: Tune
Meclisa Navçeya Kefernaya
Lîsteya Şehba ya Pêşerojê: 41 kursî
Kesên serbixwe: Kursiyek (Merwan Hisên El-Elî)
Meclisa Navçeya Fafînê
Lîsteya Şehba ya Pêşerojê: 41 kursî
Kesên serbixwe: Kursiyek (Edhem Hisên Ebdulqadir Bozo)
Meclisa Navçeya Ihrisê
Lîsteya Şehba ya Pêşerojê: 42 kursî
Kesên serbixwe: Tune
Meclisa Navçeya Til Rifet
Lîsteya Şehba ya Pêşerojê: 41 kursî
Kesên serbixwe: Kursiyek (Mihemed Ebdo Heneş)
**
Nûçeyên eleqedar:
- Bi wêneyan hilbijartina Rojava/Bakurê Sûriyeyê
- Notên li ser Hilbijartina li Rojava-Bakurê Sûriyeyê