Diyarname
Lijneya Rêveberiya Navendî ya Egîtîm-Senê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku kedkarên wan dê rojên 8 û 9'ê mehê dest ji kar berdin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Kobanî ev 22 roj in di bin dorpêça rêxistina çete bi navê DAIŞ de ye, DAIŞ bi kakilê xwe mudexeleya Emperyalîstan a li hemberî Rojava ye ku nahêlin gel qedera xwe bi xwe bi rê ve bibin.
Egîtîm Senê got li hemberî êrîşan ew dê bêdeng nemînin û ew van êrîşan qebûl hakin.
Di dawiya daxuyaniyê de Egîtîm-Senê got ku rojên 8 û 9'ê mehê ew wekî kedkarên perwerdehiyê dê neçin kar û bang li hemû kedkar û hêzên demokratîk kir ku van du rojan dest ji kar berdin.


