ŞASWAR MAME
Hewldanên rayedarên PDK û YNK´ê ji bo lihevkirina bi hikumeta navendî ya Iraqê re dewam dikin, hikumeta herêma Kurdistanê amade ye bi her awayî gavê bavêje ji bo ku careke din vegere Bexdayê. Piştî ku encama referandûmê jî hat betalkirin, hikumeta Iraqê ji bo hevdîtinên bi hikumeta herêmê re, roj bi roj şertên nû derdixe û daxwazên xwe zêde dike.
Di serî de daxwazên Bexdayê yên bingehîn ji bo lihevkirina bi Hewlêrê re ev bûn:
- Encamên referandûmê werin betalkirin.
- Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî yên derveyî herêma Kurdistan vebikişin.
- Navendên Petrolê teslîmî hikûmeta Iraqê werin kirin.
- Deriyên sînorî û balefirgehên li herêmê, teslîmî hikumeta Iraqê werin kirin.
Ev daxwaz û şertên Bexdayê, bi bikaranîna hêz û gefên cur bi cur hatin pêkanîn. Lê heta niha tu hevdîtin û lihevkirin di navbera her du aliyan de pêk nehatiye. Serokê hikumeta Iraqê bi daxuyaniyên xwe şerê psîkolojîk li hemberî herêmê dike û her roj bi awayekî qala şandina mûçeyê karmendên hikumeta herêmê dike.
Li aliyê din jî, rojane rayedarên hikumeta herêma Kurdistanê daxuyaniyên nerm didin û daxwaza hevdîtin û lihevkirinê ji Bexdayê dikin.
Lê xuya ye ku hikumeta Bexdayê dixwaze dersekê bide hikumeta Hewlêrê. Desthilata herêmê jî piştî ew qas têkçûnan, niha nikare li hemberî hikumeta Iraqê karvedanê nîşan bide. Êdî hêza wan ne bi qasî însiyatîfekê ye.
Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talabanî, serok û cîgirê hikumetê, diçin serdana aliyên siyasî yên sereke li Başûr, û daxwaza lihevkirina navxweyî û gotara hevbeş li hemberî Iraqê dikin. Aliyên siyasî jî ji bo pêkanîna vê daxwazê, bi şert û daxwazî ne. Ew jî ji bo lihevkirinê daxwaza guhertina pêkhateya hikumeta herêmê û reformê dikin. Ev daxwaz jî ne mimkûn e ji aliyê PDK û YNK´ê ve werin pêkanîn. Bi rojevkirina van hevdîtinan, ji bo mijûlkirina gel û bihurandina demê ye, heta ku bi Iraq û dewletên derdorê re careke din têkiliyên xwe xurt dikin.
Di nav van şert û mercan de, yê ku zirarê dike gelê Kurdistanê ye ku bi gelek pirsgirêkên siyasî, eskerî, aborî û civakî re rû bi rû maye.
Hilbijartinên giştî li Iraqê wê 15´ê Gulana 2018´an werin lidarxistin. Yê ku biryara hevdîtin û lihevkirinê dide, encamên vê hilbijartinê ne.
Di nav partiya desthilatdar a Iraqê de ku Partiya De'we ya Îslamî ye, du enî ava bûne û her yek ji wan hewl dide di hilbijartinê de bi ser bikeve.
Hem Heyder Ebadî, serokê hikûmeta Iraqê û berpirsyarê Polîtburoya Partiya De'we ya Îslamî û hem jî Nûrî Malîkî, serokê berê yê hikumeta Iraqê û emîndarê giştî yê partiya De'we, dixwazin bibin desthilatdarê hikumeta nû.
Amerîka û rêberê olî ya Şî'eyên Îraqê "Elî Sîstanî" pişta Ebadî digirin. Îran jî piştgîriya Nûrî Malîkî dike.
Niha lihevkirin yan lihevnekirin bi hikumeta herêma Kurdistanê re, bûye mijareke propagendeyên hilbijartinê. Aliyên siyasî li Iraqê rewşek anîne holê ku çiqasî dijminatiya hev bikin, ew qasî di hilbijartinan de bi ser bikevin. Piştî referandûma Başûr, li ser bingeha dijminatiya hikumeta herêma Kurdistanê, alî hewl didin dengên xwe zêde bikin. Her yek ji wan ditirse bi nêzîkbûna ji herêmê, dengên xwe ji dest bide. Ji ber vê, tê texmînkirin ku heta piştî hilbijartinan tu lihevkirinek di navbera Bexda û Hewlêrê de nehête pêkanîn.
Aliyên siyasî li Başûrê Kurdistanê jî, rastî nerazîbûna gel hatine û gel êdî bi wan ne bawer e, vê jî bêzarî di nava partiyan de çêkiriye û li hemberî Iraqê pirr lawaz derdikevin.
Ji bo hilbijartinê, li herêma Kurdistanê jî aliyên siyasî xwe amade dikin. Lê vê carê nikarin wekî carên berî niha li hemberî gel propaganda bikin û sozên mezin bidin, ji ber ku van salên dawiyê destketiyên bi dehan salan ji aliyê wan ve hatin windakirin.
Vê carê tekane rêya wan ev e; gotarên nijadperistî li hemberî Iraqê û gelê Ereb bi pêş bixin û bi navê şerê neteweyî hewl bidin gelê kurd li cem xwe bicivînin û desthilatdariya xwe bidomînin.
Ev gotar hem ji aliyê hinek aliyên Iraqê li dijî herêma Kurdistanê tê bipêşxistin, hem ji aliyê partiyên desthilatdar ên herêmê.
Ya rast ew e ku gelên Iraq û Kurdistanê nekevin bin bandora van lîstikan. Divê êdî yekîtiyek di asta gel û civakên Iraq û Kurdistanê de pêk were û ji derveyî desthilatdariyê ji bo parastina aştî û pêkvejiyanê bi hev re xebatê bikin.
28.11.2017, Yenî Ozgur Polîtîka