logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Gel TV – Televîzyona Gel

Ji dawiya sedsala 20’an vir ve medya di jiyana mirovahiyê de roleke esasî dilîze. Li ku derê cîhanê tiştekî biqewime di

  • Dîrok: 27/11/2017
  • Beş: Serbest

Ahmet Gulabi DERE 

Ji dawiya sedsala 20’an vir ve medya di jiyana mirovahiyê de roleke esasî dilîze. Li ku derê cîhanê tiştekî biqewime di nava demek kurt de raya giştî pê dihese. Bê guman pirr caran li hemberî bûyerên neyênî mirovahî bêdeng dimîne, helwest raber nake.
Gel û civakên ku xwedî medya (TV, Rojname, Kovar, Radyo, Malpere û hwd.) xurt nebin ew nikarin di xebatên ji bo pêşxistina mirovahiyê de rol bilîzin. Ne tenê di pêşxistina mirovahiyê de, her wiha ew nikarin xwe jî baştir li pêş bixin. Lewre îro di cîhanê de gel û civakên ku xwedî medya xurt û azad in ew yên ku herî zêdetir pêşketîne. Gel û civakên ku xwedî medyaya xurt û azad nebin ew di nava xwe de dirizin, li paş hemû gel û civakan dimînin.
Ji salên 1990’î vir ve kurd hêdî hêdî bûne xwedî medyaya xwe. Destpêkê medyaya kurd bi zimanê biyanî (Tirkî, erebî, farsî, rûsî) dihate meşandin. Lê belê her ku diçe medyaye kurd bi kurdî tê lipêşxistin. Îro bi dehan TV, radyo, rojname, kovar, malpereyên ku bi kurdî weşanê dikin hene. Bê guman ev pêşketinek e û ez pê kêfxweş im. Çendî di warê axiftina bi kurdî de zêde pêşketin tunebe jî di warê pêşxistina akademîk ya zimanê kurdî de mesafeyekê baş heye.
Di nava weşanan de yên herî girîng bê guman televîzyon in. Ji ber ku bi rêya televîzyonan mirov dikare xîtabê hemî beşên civakê bike; kal, pîr, xort, jin, zarok û hwd; Lewre, di roja îroyîn de haceta herî grîng ya ji bo xizmeta gelan televîzyon e.
Digel bi çendan televîzyonên kurdan hene jî ew hê nikarin bersivê bidin daxwazên hemû beşên gelê kurd. Eger televîzyonên ku hene yên cur bi cur rêxistinan nebûna wanê karibûna ji pirr daxwazên cur bi cur beşên civakan re bibûna bersiv. Lê mixabin wisa nîn e, pirraniya televîzyonên kurd ku heyî tenê di xizmeta rêxistinan de ne. Ez naxwazim li vir navan bidim, lê mixabin pirr kêm televîzyonên kurdan hene ku cudahiyê nakin nava beş û civakên gelê kurd. Lewre pêdiviyeke mezin bi televîzyoneke gel heye, yanê GEL TV. Televîzyona ku cudahiyê neke navbera beşên civakê, her wiha ji hemû rêxistinan re xwedî yek nêzîkatiyê be. Dîsa televîzyoneke ku deriyê wê ji hemû şexsiyet û kesayetiyên kurd re vekirî be.
Ev nêzî deh salan e ez kovara mehane Avantaj Post derdixim. Li herêma Alsace ya Fransa û her wiha li Almanya, bajarên sînorê Fransayê ev kovar belav dibe û tê xwendin. Heman kovar bi kurdî, tirkî û her wiha fransî ye. Armanca min ew bû ku, di warê herêmî de, bi rêya heman weşanê ez bikaribim ji gel re xizmetekê bikim. Lê belê ev demek e ez dibînim ku bi rêya heman hewldanan ez nikarim ji hêvî û armancên xwe re bibim bersiv. Lewre ev demek e li ser vekirina kanalekî televîzyonê difikirim û lêgerînê dikim.
Vekirina televîzyoneke ne hêsan e. Berî her tiştî pêdivî bi hêzeke zanyarî, pisporî û her wiha aborî heye. Li gorî ku min lêgerîn kiriye potansiyeleke baş ya kurdên ku ji xebatekê wisa re bibin alîkar hene. Bêguman eger derfetên me hebûna me dixwest heman karî li welat bimeşanda, lê mixabin roja îro li tu parçeyê Kurdistanê derfetên ku weşaneke azad û bêteref bê meşandin tune. Her kesê ku hinekî rewşa li parçeyên Kurdistanê dişopîne dikare vê rastiyê bibîne. Lewre cihê herî baş yê ji bo heman xebatê, ji bo demekê, Ewropa ye.
Weşana televîzyoneke profesyonel û bi rêya satelîtan ne hêsan e. Lewre ji bo destpêkê pêdivî bi weşana çend saetan bi rêya înternetê heye. Piştî ku heman weşan gihîşt encameke bêguman wê GEL TV (Nav dikare cuda be jî) bi rêya satelîtê jî weşanê bike.
Bi vê munasebetê ez dixwazim bêjim; her kesên ku ji bo xebatekê wiha pîroz bixwaze bibe alîkar dikare bigehîje me.
ahmet.gulabi.dere@hotmail.com

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hayat TV şahiyeke li dar xist

ad

Wênesazê kurd Guneştekîn li New Yorkê pêşangehê vedike

ad

Mandela dê dawetî Herêma Kurdistanê bê kirin

ad

Desthilata Wêjeyê

ad

Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar

ad

Cîhana sînemayê Disney, Warner Bros û Sony jî ketin nav tevgerê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname