Diyarname
Baroya Qersê Xelata Edaletê ya 2022'yan da Emîne Şenyayara ku li ber avahiya Edliyeya Rihayê di Nobeta Edaletê de ye.
Roja 14'ê pûşpera 2018'an de parêzvan û xizmên mebûsê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yaşar êrîşê malbata Şenyaşar kirin û ji malbatê 3 kes kuştin. Emîne Şeryaşar ji bo mêrê xwe û du kurên xwe yên kuştî li edaletê digere. Ji bo vê yekê ev 669 roj in li ber Adliyeya Rihayê nobetê digire. Ji ber vê Baroya Qersê Xelata Edaletê ya 2022'yan da Emîne Şenyaşar.
Serokê Baroya Qers Fettah Çapkurt û Endamên Lijneya Rêveberiyê hatin serdana Şenyaşar. Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, Hevserokê OHD'ya Rihayê (Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê) İbrahim Halil Oyke û gelek kesên din hatin cihê Nobeta Edaletê.
Serokê Baroya Qersê Fettah Çapkurt got ku ji bo piştgiriya têkoşîna malbata Şenyaşar bikin û piştgiriya xwe nîşan bidin ew hatine vê derê.
Çapkurt diyar kir ku roja 2'yê vê mehê wan biryara dayîna Xelat Edaletê daye û ji ber bêyî li ser û germê binêre ev 669 roj in li vir nobeta edaletê digire loma wan malbata Şenyaşar hêvayî vê xelatê dîtiye.
Serokê Baroya Qersê gotina Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan a wekî "Dewleta ku edaletê saz neke wekî avahiya riziyayî ye" bibîr xist û got, "Ev gotineke rast e. Helwesta malbata Şenyaşar ne ji bo avahiya riziyayî ku xira bike, berevajî ji bo avahiyê xurtir bike tê dayîn. Par ligel serokên baroyên herêmê em li vir bûn. Îro jî em li vir in, sibê jî emê li vir bin. Em carek din bibîr dixin ku heta dawî em têkoşîna dayika Emîne dişopînin û piştgiriyê didinê.