Diyarname
Di Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê de îro maçên du tîmên kurdan hebûn. Ji wan Batman Petrol Spor li Batmanê Denîzlî kir mêvan û bi 2-1 bi ser ket. Di maza li Şehîd Stadî li dar ket de Batmanê bi Celal Aras di deqîqeya 3'yan de bi 1-0 derket pêş. Denîzlî bi Cihan Ozkaymak di deqîqeya 29'an de bersiv da û nîveka yekemîn bi 1-1'ê bi dawî bû.
Di nîveka duyemîn de her du aliyan jî xwest bi ser bikevin lê di deqe 90+3 de carek din derket ser dikê û gotina dawî got: 2-1. Batman Petrol Spor bi vê encamê derbasî Dora 5'an bû. Denîzlî vegeriya mala xwe.
Amed Spor têk çû
Amed Spor li Îzmîrê li Bucayê bû. Berevajî Batmanê ew bi 2-1'ê têk çû. Di nîveka yekemîn a maçê de Amed Spor 1-0 serketî bû. Gola Amedê di deqîqeya 45'an de Şahin Şafakoglu avêt û nîveka yekemîn wisa bi dawî bû. Di nivîka duyemîn de Buca derket ser dikê û di deqîqeya 58'an de bi Deniz Pero bersiv da. Di deqîqeya 86'an de de dîsa Pero gol avêt û encam bû 2-1.Bi vê encamê Amed Spor vegeriya mala xwe, Buca derket Dora 5'an.
Di van çar salên dawî de Amed Spor di Kûpaya Zîraatê de encamên baş bi dest dixist, vê carê li gor wan salan kêliyek li jêrtir ma.
Kars 36 bi ser ket
Di vê navberê de tîma Qersê Kars 36 Spor duh tîma Altinordu têk bir û derbasî Dora 5'an bû. Kars 36 di Lîga Amator a Herêmî de dilîze, tîma Altinordu di TFF Lîga 1'em de y e. Qersê di deqîqeya 90+5 de bi lîstikvanê xwe Sabahattin gol avêt û bi 1-0 bi ser ket. Bi vê encamê Kars 36 bi ser ket û Altinordu şand mal.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Di kûpayê de reqîbê Amed Spor û Batman Petrol Sporê diyar bûn
- Batmanê tîmek mezin Goztepe Spor têk bir
- Amed bi ser ket Diyarbekir têk çû
- Maçên Kûpaya Ziraatê îro dest pê dikin