Diyarname
Vê hefeyê yekê jê ji Tirkiyeyê, yek jê anîmasyon bi temamî 5 fîlm ketin vîzyonê. Ji nav wan em "Capharnaum" derdixin pêş.
"Capharnaum" (Bi navê "Kefernahum" ketiye vÎzyonê) fîlmê derhêner NAdine Lasakî ye. Zain Al Rafeea, Yordanos Shifera, Treasure Bankole û Kawsar Al Haddad têde dilîzin. Fîlm di warê Fîlmê Biyanî yê Herî Serketî de di Globa Zêrîn de bû berendam. Her wiha li Festîvala Cannesê Xelata Taybet a Juriyê girt.
Di fîlm de çîroka zarokek diwazdeh salî yê li hemberî jiyanê serî hildide tê pêşberî temaşevanan. Li Beyrûdê Zainê ku di nav feqîrî, bêçaretî û şîdetê de mezin dibe, ji ber ku dê û bavê wî ew aniye dinyayê wan giliyê wan li cem dadgehê dike. Fîlm li ser zarokbûn, aîdbûn, koçberî, feqîrî dimeşe û van mijaran xweş tîne ziman. Di fîlm de hema hema hemû lîstikvan amator in lê ligel vê yekê jî bala çapameniya dinyayê jî kişand û her wiha ji gelek cihan bi xelatan vegeriya.
Vane hemû fîlmên vê hefteyê:
- The Upside / Derhêner Neil Burger
- Capharnaum / Derhêner Nadine Labaki
- Time Freat / Derhêner Andrew Bowler
- Asli Gibidir / Derhêner Ali Yorgancioglu
- How to Train Your Dragon: The Hidden World / Derhêner Dean Deblois