Diyarname
Kovara ciwanan Asîva hejmara xwe ya 6'an derxist. Di vê hejmarê de kovarê li ser "Ji sedsala 19'an heta Serhildana Şêx Seîd Dîroka Kurdan" dosya amade kiriye.
Asîva kovareke xwendekaran e. Kovarê hejmara xwe ya 6'an a adar, avrêl, gulan û pûşper hinek bi derengî be jî derxist. Kovara ku bi nivîsên xwendekaran dixemile, di vê hejmarê de jî gelek nivîsên bi vî rengî hatine weşandin. Kovarê dosya jî li ser "Ji sedsala 19'emîn heta Serhildana Şêxseîd Dîroka Kurdan" amade kiriye. Di dosyayê de Mehmet Salih Batirhan, "JI SEDSALA 19’AN HETA SEDSALA 20’AN JON KURD Û RONAHIYA KURDA", Mekî Ekîn "TÊKILIYA KURDAN û KOMELEYA ÎTTÎHAT û TERAKKIYÊ", " Şenol Balî "ÇÎROKA KOÇBERIYEKÎ (Kurdên Anatolya’yê)", Erkan Turan "EŞÎRETÎ û EŞÎRETIYA KURDAN", AZîz Tekîn "BERIYA SERÎHILDANA NETEWÎ YA 1925’AN AMADEHIYÊN KOMÎTEYA AZADIYÊ", Hakan Altunç "BI GELEMPERÎ JI SEDSALA 19’EMÎN HETA SEDSALA 20‘EMÎN WÊJEYA KURDAN" û Fatih Ozturk jî "EZÎZXANÊ MUKRÎ KÎ BÛ?" nivîsiye.
Ji bilî dosyayê helbest û nivîsên din jî hatine weşandin.