Diyarname
Li Misrê di gora zîrkarê qraliyetên serdema kevn de kolandin hatin kirin û rastî mûmyayên kêrkar û jina wî hatin.
Tê texmînkirin ku Berî Mîladê di sedsala 16 û 11'an de ev gor hatiye çêkirin û 700 kîlometre li başûrê paytext Qahîreyê li li nêzî bajarê El-Uksur hatiye dîtin. Ew dem di Misira Antîk de wekî Serdema Qraliyeta Nû tê zanîn.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berhemên Dîrokî ya Misrê mûmya li odeyeke ya li kêleka gorê hatine dîtin. Li gor arkeologan jin temenê wê nêzî 50 salan e û ji ber kurmîketina hestiyan miriye. Mûmyayên zarokên wan ên salên 20'î, 30'î de baş hatiye veşartin.
Wezîrê Berhemên Dîrokî Xalit el-Ananî li ser berheman wisa gotiye: "Hem li nava gor hem li derve gelek tişt hatine dîtin. Di nav va de mûmya, tabût, maske û hin amûrên xemilandinê hene. Ez hêvî dikim di kolandinên nû yê li vir de emê rastî tiştên nû bên."