Diyarname
Fanzîna bi navê Flashhilat ku ev 15 hejmar bû derketibû xatir xwest.
Ji edîtoriya kovarê îro hat ragihandin ku êdî dê fanzînê dernexin. Daxuyaniya wan bi vî rengî ye: "Flashhilat Fanzîn ya ku bi mottoya 'fanzîna ji fotografiyê dinizile' mehane derdiket dawî li weşana xwe anî. Hejmara dawî ya Flashhilat Fanzînê jiber vîrusa korona bi navê 'coronahilat' bi awayê e-fanzîn derketibû. Ew fanzîna fotografiyê ya ku 15 hejmar derketibû, li Riha dest bi weşana kiribû û ew weşan li Dîyarbekir domandibû."
Yên bixwazin dikarin hemû hejmarên Flashhilatê ji ser navnîşana www.flashhilat.com re wekî PDF daxin.


