Diyarname
Xelata Rûmetê ya UNICEF'ê ji ber xebatên wê dan hunermenda popê ya navdar Shakira.
Hunermenda ji Kolombiyayê digel navdariya xwe ya di muzîkê de bi xebata xwe ya ji bo mafên zarokan û perwerdehiya wan jî tê nasîn. Ji ber vê aliyê xwe Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Xelata Rûmetê ya UNICEF'ê da Shakira.
Nunera UNICEF'ê ya Almanyayê Regine Stachelhaus xelat dan Shakira û wisa got: "Shakira hemwaliteyeke dinyayê ye û ji bo nifşê ciwan sembolek e."
Shakira ku bi koka xwe ereb e ji Kolombiyayê ye û bi rêya "Pies Descalzes" ku di heman demê de navê albumeke wî ya berê ye alîkariyê zarokên li welatê xwe û li dinyayê dike; mafê wan a perwerdehiyê diparêze.
Hunermend di heman demê de bi rêya saziyeke bi navê ALAS ji bo xebata perwerdehiya zarokan a li Amerîkaya Latîn xebatê dike.
Fermo klîba Shakira "Whenever Wherever":


