Diyarname
Hin rojnameyan nivîsî ku "DTP dê ji Obama xweseriyê bixwaze" DTP'ê daxuyaniyeke da. Vaye ew daxuyanî:
"Di hin rojnameyan de li ser hevdîtina me ya bi Serokê DYA'Yê Obama re ku sibê dê pêk bê nûçe derketin û gotin ku dê 'DTP ji Obama xweserî bixwaze'. Wan bi taybetî gotinên DTP'ê berevajî kirine û weşandine. Di hevdîtina ku dê pêk bê de emê dosyayeke di serî de Xweseriya Demokratîk ku ji aliyê raya giştî ve jî tê zanîn, li ser pirsgirêka kurd pêşkêş bikin. Lewre partiya me ji birêz Obama tu daxwazeke nake. Bi ya me çareserî li nav Tirkiyeyê ye, daxwaze ne ji DYA'yê ye. Ji ber van yekan tiştên di çapemeniyê de hatine weşandin şaş in.
Digel silavan.
Wekîlê Koma Meclisê ya DTP'ê Selahattin Demirtaş"