Diyarname
Lîga 2'yemîn a Tirkiyeyê ya serdema 2017-2018'an îro dest bi maçên yekemîn dest pê kir. Mêrsîn Îdmanyurdu ku par ji Lîga PTT'ê ketibû Lîga 2'yemîn îro Amed Spor kir mêvanê xwe. Amed Spor bi 7-0 maç bi dest xist û bi vê yekem car e ew qas baş dest bi lîgê dike. Timur Kosovali hat-trik kir.
Amed Spor bi lez dest bi maçê kir. Di deqîqeya 33'yan de bi Şahin Şafakolu bi 1-0 derket pêş û di deqîqeya 45'an de gola diduyan avêt. Nîveka Yekemîn wisa bi dawî bû. Di nîveka yekemîn deqe 26'an de temaşevanekî faşîst ê Mêrsînê ket sehayê û êrîşê Denîz Nakî kir. Di nîveka duyemîn de jî Amed Spor xweş lîst û bi golên xwe bersiva vê yekê jî da. Deqeya 62 û 64'an de Timur Kosovali 2 golên din avêt û maç bû 4-0. Êdî Amed Spor rehet bû. Lê nesekinî. Di deqîqeya 75'an de Deniz Naki, 79'an de Selçuk Kaban û di deqîqeya 83'yan de dîsa Selçuk Kaban gol avêt û Amedê bi 7-0 maç bi dest xist.
Di maçên din de Menemen, Etimesgut, Sivass Belediye, Hatay, Keçiorengucu û Bodrum Spor jî di maçên xwe de bi ser ketin. Ligel Amedê ev hemû di hefteya yekemîn de 3 pûan girtin. Lê Amed Sporê ji ber 7 gol avêtin bi avarajê di rêza yekemîn de ye.
Wekî not: Timur Kosovali Amedê ji Keçiorengucu, Selçuk Kaban ji Kahramanmaraş îsal transfer kir. Wekî tê zanîn Deniz Naki û Şahin Şafakolu jixwe li Amedê bûn.
HDP'ê bûyer şermezar kir
Di maçê de temaşevanekî Mêrsinê hat êrîşê Deniz Nakî kir. HDP'ê piştî maçê daxuyaniyek weşand û got ku em vê êrîşa nijadperest a dijî Deniz Nakî şermezar dikir û Amed Sporê ku bi 7-0 bersiva vê yekê da pîroz dikin.


