Diyarname
Koneleya Nivîskarên Navneteweyî PEN ji bo li Tirkiyeyê OHAL (Rewşa Awarte) rabe bi 5 zimanan daxuyanî nivîsî û weşand. Di daxuyaniya bi sernavê "Tirkiye: Xwedî li azadiya ramanê derkeve" hatiye amadekirin bi zimanên îngilîzî, tirkî, fransizî, spanyolî û erebî hat weşandin.
35 nûneriyên PEN'ê yên welatên cur bi cur îmze avêtine bin metnê. Di daxuyaniyê de tê gotin ku OHAL zordariya mezin li muxalifan dike û dengê wan dibire.


