FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ
Gelên ji ziman, çand û ananeyên dapîr û kalên xwe biqetin, zû wenda dibin. PaÅŸmayiyên çanda hatî jî dikin xizmeta neteweya ku xwe sipartinê. Mirovê di zarokatî û ciwaniya xwe de, bi çand, anane û têgîhîÅŸtinên dapîr û kalên xwe nejîn, ji hemû rastiyên nijad, yan jî çanda jê hatî dûrdikevin û dibin biyaniyên rastî, çand û dîroka xwe.
Ji ber ku nifÅŸên wiha ji rîçalên xwe qetiyayî, nikanin bi rihetî întegre bibin, di her tevgerê de dudilî ne. Çand û nivÅŸên ziman û çanda serdest jî, wan wer zû nahewînin, di her tevgereke ÅŸaÅŸ de, çanda jê hatî wek tewanbariyekê lê vedigerînin. Ew tim di nava bêbawerî, guman û hestên xwepiçûkdîtinê de avjeniyê dikin. Ev jî di her warî de rê li ber pêÅŸketina wan digire.
Ji bo kesayetiyeke bijûn, xwejiyîn, rastiya xwe û çanda xwe têgîhîÅŸtin, pir girîng e. Hemû lêkolînên zanistî yên van salên dawiyê jî vê rastiyê tesdîq dike. Lema bi zimanê dayîkê perwerdebûn, çand, dîrok û ananeyên gel, neteweya jê hatî, fêrbûn, jiyîn divêtiyeke jiyanî ye. Divê mirov çawa fêrbûn, xwendin û nivisandina zimanê xwe girîng dibîne, wisa jî çanda xwe bijî. Rêya jiyana vê jî di nava komên folklor û çandî de cih girtine.
Govendên gel wek ziman di pêvajoya sedan salan de pêk hatine. Her govend jiyaneke aborî, çandî û civakî vedinivisîne. Minak: Çepkî mijara bikaranîna qirim/tirpanê werdigire. Qimil çandiniyê vedinivisîne û govendên pevçûnên gel, laçka jinê jî, nirxên civakê li ber çavan radixîne. Ango her govendekê aliyeke jiyana civaka dapîr û kalan radigîhîne me.
Mihrîcan yan jî pêÅŸbirkên govendan ciwanan teÅŸvîkê vê rastiya jiyana civak, anane û dîroka me dike. Li gel we di dema mîhrîcanê de bi sedan ciwan tên gel hev, ji bo rojek û du rojan jî bin, di her warî de xwe dijîn, dan û standinên dilgerm di nava wan de pêktê. Bi rêya vê çalakiyê têdigihîjin ku ew jî xwedanê rastiyekê ne, rastiya wan serbilindî û bextewariya wan e.
Di dema mihrîcanê de ez gelek caran bi ciwanan re ketime nava gengeÅŸiyên li ser xwe û çanda xwe jiyîn û rastiya kesayetiya xwe têgihîÅŸtinê. Her car jî zelal bûye ku Mîhrîcan karlêkeke gelek erênî li ciwana dike, di tevgerê ciwanan de rêya guhertinan vedike. Ciwan nasnameya xwe hê baÅŸtir têdigihîje.
PiÅŸtî vê ÅŸiroveyê çend têbinî:
Bingehê fikra lidarxistina "mîhrîcaneke govend û muzîka kurdî" di sala 1986 an de bi aliyê Amele Can ve hat avêtin. Li ser vê fikra Amele cara yekem sala 1987'an li Bonnê mîhrîcana govend û muzîka kurdî hat lidarxistn. Ez wê kelecanê ticar jî bîr nakim, ne tenê di giyana me endamên jûriyê de, di giyana pêÅŸbirkvanan de jî kelecaneke dilhejî hebû.
Ji me endamên jûriyê bigire hetanê govendvanan em tev de amator bûn, di nava me de pisporên mijarê tunebûn. Lê hêvî, kelecan wek raperîna destpêka her serhildanê derketibû lûtkeya herî berz. Di rûniÅŸtin, kemilandin û pisporbûna govendan de rola herî mezin ya Amele Can bû. Divê rastiya xwedanê kedê ti car neyê ji bîrkirin.
Bi salan e ku di beÅŸa govend, estetîk, cil û berg û mûzîkê de pisporiyeke di rengê akademîk de di nava mîhrîcanê de rûniÅŸtiye. Lewre pisporen govend, mûzîk, cil û berg û estetîkê yên ku xwedanê formasyonên akademîk in, di nava kar de ne. Mîhrîcana îsal jî bi komên hetanê radeyeke payeberz profesyonel pêkhat. Bes divîbû di vê 30. saliya Mîhricanê de xwedanê vê fikrê, di kemilandina mîhrîcanê de, xwedanê kedeke mezin Amele Can sembolîk jî ba, wek endam û berdevkê jûriya yekem di nava jûriya îsal de ba.
Rexneyek jî li dê û bavan û li xortan. Ev çend sal in ku hima bigire tenê komên keçên ciwan hene. Xort tevê nabin. Li gor lêkolînan di vê de rola dê û bavan a nerênî mezin e. Kurên wan bi ku ve biçin, çi bikin, dengê xwe nakin. Heta hin dê û bav ji bo ku kurê wan nekeve nava koma folklorê, neçin komaleyên kurdan, wan teÅŸvîkê rêyên din (xirab) dikin. Ji ber ku keç dikanin di komaleyan de çanda xwe bijîn, li ser ananeyên xwe bimînin, diÅŸînin folklorê. Lê hajî tunin ku bi destê xwe kurên xwe ji xwe û rastiya xwe dûr dixin. Îro bi sedan xort ketinin rêyên xirab, ji ber ku xwe nejiyane, dê û bavên xwe dixin nava tengasiyan, heta hin ji ber karên xirab di girtîgehan de ne.
Bi hêviya dê û bav rastiya çand – govand û mîhrîcanê têbigihîjîn û kurên xwe jî teÅŸvîkê komên folklorê, çande û sporê bikin. Dîsa berpirsiyarên çalakiyên wiha binirx ji xwedanê kedê re rêz bigirin, serkeftin ji bo hemû ciwanên welatparê.
balani51@gmxl.de
07.06.2017, Yenî Ozgur Polîtîka