Cemil Oguz
Van deman şanoya kurdî bi lîstikên nû reng vedide. Niha yeka din jî li wan zêde bû: "Çinûr". Lîstik 1'ê mehê yekem car li Amedê tê lîstin.
"Çinûr" lîstikeke yek kesî ye. Lîstik ji aliyê Teatra Ba ve hatiye amadekirin. Lîstik jî nû ye, ev koma şanoyê jî. Teatra Ba ku nû ava bûye, bi lîstika xwe ya yekemîn li pêşberî şanohezan e. Nazmi Karaman yek ji kesên di nav avakarên Teatra Ba de ye. Karaman ku bi derhêneriya xwe ya lîstikan tê nasîn, vê carê ew bi xwe li ser dikê ye û di vê lîstikê de dilîze. Lîstika dramayê "Çinûr" ji aliyê Teatro Ba ve hatiye amadekirin û tê pêşkêş kirin.
TEATRA BA DÊ HERE BAJARÊN LÊ ŞANO NÎN E
Li ser lîstikê me bi Nazmi Karaman re xeber da. Karaman ligel hevalên xwe Teatra Ba ava kiriye. Karaman li ser avakirin û armanca Teatra Ba ji bo me wisa got, "Teatra Ba komek nû ye. Emê xebatên şanoyê bikin. Em dixwazin li bajarên ku şano lê nîn e, bajarên wekî Şirnex, Cizîr, Culemêrg, Dêrsim, em dixwazim herim wan bajaran, 3 mehan ligel ciwanan bixebitin, atolyeyan saz bikin û paşê lîstikan derxin. Em di bin banê Tiyatno Ba de kar bikin. Ev lîstika me ya yekemîn e. Serê mehê yekem car li Amedê emê bilîzin."
ÇÎROKA KEÇEKE KURD A ŞOREŞGER
Lîstik ji aliyê Ghotbedin Sadeghi (Qutbedîn Sadiqî) ve hatiye nivîsandin. Qutbedîn Sadiqî bi xwe kurdekî ji Rojhilat e lê ji ber şert û mercên wir lîstika xwe bi farisî nivîsiye. Lîstik ji aliyê Cumhur Olmez ve ji bo kurdî hatiye wergerandin.
Sadiqî li Tehranê prof e, li Fransayê perwerdehî dîtiye, gelek lîstikên wî hene. Ev jî yek ji lîstikên wî ye. Çîroka lîstikê diçe salên 1950'yan, ku di sala 1953'yan de li Îranê derbe çêdibe.
Wan salan Îran tevlihev e. Li aliyek hêzên hundirîn, li aliyek hêzên derve. Karakterê di lîstikê de wan salan li lîseyê xwendekar e. Haya wî ji siyaset, şer û derbe, tiştên wisa nîn e. Evîndarê keçikek dibe, lê keçik şoreşger e. Û dema di wê destpêka salên 1950'yan de derbe çêdibe, keçik tê girtin û bi gulebaranê wê îdam dikin. Kurikî jî sirgûnê Sovyetê dikin. Piştî 20 salan ku kurik vedigere Îranê, diçe goristanê lê gora wê jî tune ye. Her tişt tune kirine. Lîstika niha hatiye amadekirin çîroka vî kurikî, jinek çalakger, wê serdemê û "gora winda" pêşkêş dike.
LÎSTIK WÊ HERE GELEK BAJARAN
Lîstik bi piştgiriya aborî ya Culture Civic hatiye amadekirin û yekem car 1'ê mehê li Amedê, li Şanoya Bajêr a Amedê saet 19.30 de wê bê lîstin. 2'yê mehê jî dê dubare li heman cihî li ser dikê be.
Li gor agahiyên ku Nazmi Karaman dan me, piştî Amedê meha yekem a salê dê herin li bajarên wekî Batman û Wanê bilîzin, dûre jî berê xew bidin bajarên wekî Stenbol, Enqere û Îzmîrê.
KUNYE:
Nav: ÇINÛR
Test: Ghotbedin Sadeghi (Qutbedîn Sadiqî)
Wergera ji farisî: Cumhur Olmez
Derhêner: Şîlan Alagoz, cîgira derhêner Nurşen Adiguzel.
Lîstikvan: Nazmi Karaman
Nazmi Karaman ku heta niha bi derhêneriya lîstikên şanoyê derketibû pêş, vê carê ew bi xwe lîstikvan e.