Diyarname
Demek berê xincera Serokê Lîbyayê Muammer Qedafî yê hatibû kuştin tam dema dihat firotin firoşkar hatin qufaltin. Xincer bi 10 mîlyon dolarî dihat firotin, lê kesek îxbar kir û berî xincer bê firotin hat bidest xistin. Ji bo buhaya xincerê bê diyarkirin pêzan peywirdar kirin. Pêzanan jî nekarî buhayek lê bike.
Muammer Qedafî ji sala 1969'an ve Serokatiya Lîbyayê kiribû. Di sala 2011'an de ew di encama serîhildaneke navxweyî de hat kuştin. Dema qesra wî hat talankirin hinan xircera wî jî biribûn. Karsazekî bi navê A.A. ev xircer ji Lîbyayê bi 4 mîlyon û 600 hezar dolarî kiribû û dema bi 10 mîlyon dolarî difirot karsazekî ji Erebistana Siûdî li ser îxbarekî hatibû girtin.
Ji bo buhaya xincerê bê diyarkirin ew şandin Laboratûara Gemolojî ya girêdayî Odeya Zêrkarên Stenbolê, paşê li Midûriyeta Daristan û Gumrikê pêzan hatin peywirdarkirin. Lê encam derneket. Pêzanan qala zenaeta di xincerê de ya ji maden, kevir û karkeriya hûrbînî kir û diyar kir ku xincer bi ser 200 hezar dolarî de ye lê dema diranên mamût û entîqeyên ku têde hatine bikaranîn jî bêne hesibandin qîmeta xincerê bi qasî ku nikare bê pîvandin bilind dibe.
Wênesaza rus H. Kulovikova dîzayna xincerê kiribû û di xincerê de diranên mamûtên ku nifşên wan tune bûye hatibû bikaranîn; ji ber vê yekê jî xincer di nav beşa entîqeyê de ye û kes nikare buha lê bike.
Xincer niha di kaseya Bankeya Navendî ya Tirkiyeyê de ye û dê wê derxin mezatê, pereyê jê bê bi dest xistin dê bidin xezîneyê.
Li gor Laboratûara Gemolojî taybetiyên xincerê ev in:
- Giraniya wê 4050.12 gram (781.55 gramê wê ji diranên mamûtê ye)
- 18 heb zêr têde hatine bikaranîn ku giraniya wan 411.70 gram e.
- Bi 14.84 karatî 734 niqêm (pirlanta) hene.
- 41.68 gram zîv
- Bi 11.73 karatî 67 heb safîr
- Bi 14.40 karatî 47 heb ametîst
- Li tebeqeya wê ya jêrîn 2701.73 gram kevirê nefrît.