Diyarname
Kobanî bi şer û bi berxwedanê di nav dilê kurdan de cih girt. Lê îro wêneyek hat ne yê şer e lê yê berxwedanê, berxwedaneke xwe, berxwedana hunerê ye. Loma jî em vî wêneyî wekî Wêneyê Rojê hildibijêrin û pêşkêşî we dikin.
Mesele ev e:
Desteya Çand û Huner ya Kordinasyona Giştî ya Rojava bi alîkarîya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) çalakiyek bi navê "Huner di nav gelan de piran ava dike" da dest pê kirin. Lingê yekem ê çalakiyê îro li Kobanî dest pê kir û heta 28'ê mehê didome. Lingê duyem 18'ê mehê li Qamişlo dest pê dike.
Ev e wêneyê ku ji vê lingê yekemîn, ji Kobanî hat û me jî wekî Wêneyê Rojê hilbijart. Fermo:
Ji bo wêneyên din ên ji vê çalakiyê:
- GALERÎ: 'Hevdîtina Rojava ya Hunera Şêwekarîyê'
**
Ji bo nûçeya eleqedar bitikînin:
- Li Rojava 'Hevdîtina Rojava ya Hunera Şêwekarîyê' li dar dikeve