Diyarname
Bernameya Newroza Wan, Riha, Entab, Mereş, Meletî, Semsûrê diyar bû.
Newroz îsal bi diruşma "Dem Dema Serkeftinê ye" li dar dikeve. Vaye bernameya van bajaran:
WAN:
Li Wanê 20'ê mehê li Kêleka Keleha Wanê saet 10'an de Newroz dê dest pê bike. Mebûsên HDP'ê Feleknas Uca, Tayip Temel û Sezaî Temelli biaxivin.
Ji hunermendan LaWje, Elêonore Fourniau, Koma Pel û Ayfer Duzdaş dê derkevin ser dikê.
RIHA:
20'ê mehê saet 10'an de li ber Stada 11 Nîsanê dê li dar bikeve. Berdevka Serokên Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Serokê Giştî yê KKP'ê Sinan Çiftyurek û mebûsê HDP'ê Nusrettin Maçin dê biaxivin.
Ji hunermendan jî Rojda, Erdoğan Emir û Koma Hevra dê stranên xwe pêşkêş bikin.
EDENE:
Newroza Edeneyê wekî salên borî dîsa dê li Şanogeha Servekirî ya Mîmar Sînanê li dar bikeve. Newroza vir 20'ê mehê, saet 12'yan de dest pê dike. Mebûsên HDP'ê Kemal Pekoz, Tulay Hatimogullari, siyasetmedar Sirri Sakik û berdevda TOP'ê Pelin Kahilogullari dê biaxivin.
Ji hunermendan Murad Demir, Koma Şitlên Azadî û Hediye bi stranên xwe dê derkevin pêşberî gel.
ENTAB:
Newroza Entabê li cihê kevn ê otobusên tûrê ku kurd wekî Qada Newrozê bi nav dikin dê Newroz li dar bikeve. 20'ê mehê saet 10'an de dê şahiya Newrozê dest pê bike. Mebûsê HDP'ê yê Entabê Mahmut Toğrul û endama MEclisa Jinan a HDP'ê Gulcihan Şimşek dê biaxivin.
Ji hunermendan Mikail Aslan û Şerzat dê stranên xwe pêşkêş bikin.
SEMSÛR:
Li Semsûrê 20'ê mehê saet 11'an de li ber Mizgefta Mahmut Gurbuz dê li dar bikeve. Di şahiyê de Mebûsa HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya û Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Turgut Oker dê biaxivin.
Ji hunermendan Azad Bedran û Koma Jinavaz dê derkevin ser dikê.
MELETÎ:
Li Meletî Newroz 20'ê mehê saet 11'an de li Emeksiz Kavşagi li dar dikeve. Mebûsê HDP'ê yê Batmanê Mehmet Ruştu Tiryaki dê biaxivin.
Ji hunermendan Koma Çiya dê stranan pêşkêş bike..
ELBISTAN
Li Elbistana Mereşê 20'ê mehê saet 10'an de li kêleka Cemxaneya Taxa Cumhuriyetê Newroz li dar dikeve. Mebûsê HDP'ê yê Stenbolê Zeynel Ozen wekî axifger dê beşdar bibe.
Ji hunermenda Mizgin Turan û Agit Işik dê derkevin ser dikê.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Li Amedê starta Newrozê: Dema dema azadî û yekîtiyê ye
- Bajar bi bajar bernameya Newrozê
***
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com