Amed
KURDÎ-DER ku dawiya hefteya borî 3'mîn Kongereya xwe ya giştî pêk anî bû û rêveberiyeke nû hilbijartibû, rêveberiyê civîna xwe ya yekemîn li dar xist. Rêveberiya nû Burhan Zorooglu wekî Serokê Giştî yê komeleyê hilbijart.
Her wiha Serap Berk wekî sekretera giştî û Rifat Ozturk jî wekî hesapgirê giştî hatin peywirdarkirin.
Di kongreya KURDÎ-DER'ê de Burhan Zorooglu, Mehmet Şahîn, Hayrettîn Altun, Rifat Ozturk, Serap Berk, Hamra Yakut, Hasan Şik wekî desteya rêveber hatibûn hilbijartin.