Nivîskar Perwîzê Cîhanî şanonameyeke şandiye. Dibe bala şanohezan bikişîne. Em vê teksta şanoyê bi we re par ve dikin.
***
Şanoname
DEBISTANa Kurdî
Nivîskar:
Perwîzê Cîhanî
Lîstikvan:
1. Mamostayê debistanê, mêrekî navsalî (tûrre û ji xwe razî)
2. Lêvenêrê (mufetişê) dîwana xwendin û perwerdê, mêrekî genc
3. Komeke xwendevanan ji temenê 5 salîyê ta 15 salîyê
Cîh:
Cîh odeyek sêniçikî û dirêj e. Derî li rex niçê teng vedibe. Mamosta li niçê teng li ser rûniştekekê li ber derî rûniştîye. Her carê ku derî vedibe, derî req li rûnişteka wî dikeve. Zarok li pêşberî mamosta rûniştine. Pencere li pişt zarokan û depeke reş li milê zarokan yê rastê bi dîwarî va dardakirî ye. Lampeyek bi kabilekî reş bi banê odê va li ser serê zarokan da hatîye daliqandinê. Li rêza yekem da du zarok, li ya sêyê da sê li ya çarê da çar û li ya pêncê da jî şeş zarok li rex hev li ser rûniştekên gewşek rûniştine. Her cara ku zarokek xwe dilivîne, dibe çirreçirra rûniştekan. Cîh pirr teng e. Eger zarokek derbasî binê polê bibe, yan ji wir bête der, debê li ser rûniştek û maseyan ra banz bide. Yan jî li ser ra drabas bibe.
Destpêk:
Li hola lîstikê da pêş da sînevizion dest pê dike: Li bajarekî Awropayê çend kes ji cadeyekê ber bi xanîyekî diçin. Li ser serdera xanîyî bi xetekî dirişt hatîye nivîsînê: Navenda Çanda Kurdî. Ew kesên ku derbasî jor dibin, li sivdera wî xanîyî rastî çend keç û kurran tên, ku cigareyên wan li ser lêvên wan in û dûkelê li ser milên xwe ra qulac qulac berdidin hewa. Yên taze hatî bi kuxte kuxt ji wan dibihurin û rastî holeke mezin tên. Li ber derê têçûna holê li ser texte û depan afîş û bernameyên cur be cur bi zimnê turkî hatine daliqandinê. Li seranserî holê da mase hatine danînê û li dora maseyan binemalên kurd rûniştine û yên xerîkî xwarinê ne, yên xerîkî axiftin û çayî, şorba û qawevexwarinê ne. Li her kuncikekî salonê da jî çend kes rûniştine û tawlê/texte dilîzin. Li milê rastê yê salonê odeyek mezin û dervekirî tê xûyanê, ku çend genc tê da bi heyecan û bi dengê bilind bîlyardê dilîzin. Li ser her maseyekî rojnameyek turkî tê xûyanê. Têlvîzîyonek mezin jî li salonê da li ber dîwarê serê jorê tê xûyanê, ku bi turkî nûçeyan dide. Dengê têlvîzîyonê û yên mirovên ku li dora maseyan rûniştine tevî hev dibin û mirov nikare dengan ji hevdu derîne. Li rex têlvîzîyonê dolabeke kewin û ji hevduderketî tê xûyanê, ku çend pirtûkên turkî tê da li rex hev hatine rexitandinê. Çend pirtûkên dirriyayî û ji hevderketî jî ketine rex dolaba pirtûkan. Li quncekî salonê da li ser kexezekê bi xetekî xiloxaro hatîye nivîsîn: xwendingeh
Piştî vê sînevîzîyonê lêstik dest pê dibe.
Momosta li ser rûniştekê rûniştîye û navê zarokan dixwîne:
Çîdem öztûrk: zarokek li binê oda sêniçikî destê xwe bilind dike û dibêje: bûrda!
Yaşar Denizlî: yekî dî destê xwe bilind dike û dibêje: evet
Huseyin özhan: zarok li dora xwe mêze dikin û yek dibêje: gelmemîş
Azad Dêrikî: amade…
Xwenidina navan berdewam dike. Li dû ra mamosta ji cî radibe û du tîke geç/kils ji berîka xwe derdixe û li ser depa reş dinivîse:
Nav:
paşnav:
Cih:
Zarok hemû bi hijmekarî dîna xwe didin mamosta. Mamosta gazî zarokekê dike: Hasan Batmanlî were ber depê!
Zarokekî şeş - heft salî ji cîhê xwe radibe û bi zor û zehmet ji rex maseyan ra derbas dibe û tê li ber depa reş radiweste.
Mamosta: bixwîne
Zarok dimizmizîne û bi zehmetî dixûne.
Mamosta jê dipirse: navê te çî ye?
Zarok: Hasan.
Mamosta: paşnavê te çî ye?
Zarok li pişt xwe dinêre.
Mamosta dengê xwe bilind dike û dipirse: paşnav, paşnav!
Zarok tilîya xwe dixe devê xwe.
Mamosta: lê kero min gazî te nekir û min negote te: Hasan Batmanlî.
Zarok bi heybet li mamosta dinêre.
Mamosta: baş e, tu ji ku têy?
Zarokz: Ez ji malê têm.
Mamosta: Na kurro te ez fam nekirim, ez ji te dipirsim tu ji ku têy.
Zarok: Mamosta bi xudê ez ji malê têm.
Mamosta xwe lê tûre dike û dibêjê: Herre rûnê bila xûşka te were û li dû ra gazî dike: Gulistan Batmanlî.
Keçeke deh-danizde salî ji cîhê xwe radibe û tê ber depa reş radiweste.
Mamosta dibêjê: bixwîne!
Keçik dixwîne: Nav, paşnav, cih.
Mamosta dibêjê: Saxol, niha bêje kanê paşnavê te çîye?
Keçik soromoro dibe û serê xwe dixe ber xwe.
Mamosta hindekî dengê xwe bilind dike: Ma min ji te nepirsî ka paşnavê te çîye?
Keçik şerm dike û destên xwe li nav hev da miz dide û serê xwe dixe ber xwe û dibêje: Mamosta, gava ku dayîka min li min tûre dibe, û navnûçik û paşnavan li min dike, dibêje min:qemçê.
Zarû hemû dikenin.
Mamosta: Bêdeng bin, û berê xwe li ser Gulistanê da dike û dibêjê: Gulistan ez dibêjim ka familiya te çî ye.
Gulistan bi gulşayî dibêje: Batmanlî.
Mamosta kêfxweş dibe û dibêje: a, saxol kizim, paşnavê te Batmanlî ye. Û li dû ra dipirse:
Başe Gulistan tu ji ku têy?
Gulistan: Mamosta ez ji malê têm.
Mamosta: Tu jî wekî birayê xwe nizanî tu ji ku têy. Navê bajarê we çîye?
Gulistan: Batman.
Mamosta: Baş e, Batman bi çi tiştî bi nav û bang e?
Gulistan bi wateya ez nizanimê, milên xwe difirikîne.
Mamosta berê xwe li ser zarokan da dike û dipirse: kê we dizane, ka Batman bi çi tiştî bi nav û bang e?
Qurûpist dikeve nava zarrokan û ji hevdu tiştina dipirsin. Lê kes bersiva mamosta nade.
Mamosta dibêje: Tişteke reş e.
Zarok li çavên hevdu dinêrrin.
Mamosta dihizire û li zarokan mêze dike û dibêje. Tişteke reş e, lampe jî pê vêdikeve.
Zarok hemû li lampa li ser serê xwe dinêrrin û bi hevra gazî dikin. Mamosta ez bêjim. Mamosta ez dizanim.
Mamosta dengê xwe bilind dike û şivka xwe li ser zarokekî da ku li binîya odê rûniştîye, dike û dibêje, bila Çîçek bêje.
Çîçek radibe ser xwe û destê xwe dirêjî lampa li banî dike û dibêje: Kabiloyê reş e, yê ku bi lampayê va girêdayî ye.
Mamosta serê xwe dihejîne û bi dengê bilind dibêje: Na, na, ez vê lampê nabêjim, lampayên dî dibêjim.
Zarrok li nav çavên hevdu dinêrrin.
Mamost dibêje: Gelî zarrokan Batman bi patrola xwe bi nav û deng e. Patrol, patrol…
Zarok hemû bêdeng dibin û li hevdu dinêrrin. Û ji hevdu dipirsin:Patrol çî ye. Kes nizanê ka patrol çîye. Çeko ji cî hildipeke û dibêje: ez dizanim patrol çî ye. Cînarê me yê Swîsrî patroleke wî ya reş heye, dawîya heftîyê ew û malbata xwe lê siwar dibin û diçine seyranê.
Mamosta serê xwe dihejîne û dengê xwe li ser dengê zarokan dixe û dibêje: bêdeng bin.
Zarok hemû bêdeng dibin. Dengê têlvîzîyonê li salonê derbasî oda xwendinê dibe. Mamosta rûyê xwe dixurîne û gazî dike:
Xezal Odabaşî were ber depê.
Keçeke çarde- panzde salî ji binîya odê ji cî radibe û bi zorê li ser maseyên hevalan ra derbas dibe û mase li bin pîyên wê da dikin qirçeqirç û tê li ber depa reş radiweste.
Mamosta dibêjê: bixwîne
Ew dixwîne:
nav:
paşnav:
cih:
Mamosta dibêjê: binivîse
Ew li ber peyva nav, navê xwe dinivîse: Xezal
Li ser peyva paşnavê dimizmizîne û dibêje, erê Gulistanê jî got. Dayîka min bi paşnav û navnûçik ji min ra dibêje: qircê.
Zarû hemû dikenin.
Mamosta, bi dengê bilind dibêje: Bêdeng bin. Kerê ne min ji Gulistanê ra jî got. Paşnav yanê famileiname.
Xezal serê xwe dihejîne û dinivîse: Odabaşî
Û li ber cih mat dimîne. Mamosta berê xwe li ser da dike û dibêjê: Ma tu navê cîhê xwe nizanî?
Xezal: Erê mamosta ez dizanim, navê cîhê ku em lê rûdinên Zürîch e.
Mamosta: na, tu ji ku têy?
Xezal: Ez ji malê têm. Ez pê patrola cîranê me hatim.
Mamosta: Na keça min navê cîh û welatê ku tu lê hatîyî cîhanê.
Xezal: Ez li Zürich ê hatime cîhanê.
Mamosta: Lê day û babê te li ku hatine cîhanê?
Xezal: Ew li Amedê hatine cîhanê. Ew Amedî ne.
Mamosta: Ê, eger day û babê te li Amedê hatibin dine, wê çaxê tu jî ji Amedê têy.
Xezal: Na, mamosta xudê kem ez ji Amedê nayêm, ez ji malê têm. Ez carekê tenê hê çar-pênc salî bûm, çûme Amedê.
Mamosta: Baş e, Amed bi çi tiştî bi nav û bang e?
Xezal dihizre û bersivê nade.
Mamosta di wê demê da ku bi destê xwe guroverrekê nîşan dide, dibêje:Amed bi tişteke reşe dirêj navdar e.
Xezal dihizire û dibêje: Mar e?
Mamosta berê xwe li ser zarokên dî da dike û dibêje: Na na. Ew tişt gelekî mezin e.
Zareke dî dibêje: Çemê Dicle nîne?
Mamosta dibêje: Ma çemê Dicle reş e?
Zarok dihizirin.
Mamosta dibêje:
Baş e, ji bilî wê tişta reşe dirêj Amed bi tişteke dî jî bi nav û bang e. Ew çî ye?
Zarokek dibêje: Bi şerrê xwe navdar e.
Mamosta dibêje na û li dû ra bi destê xwe wêneya topekê nîşan dide û dibêje: tişteke weha mezin û gurroverr e.
Zarokek dibêje: Bi bombeyan navdar e.
Di wê demê da li dergê xwendingehê didin.
Mamosta dibêje: buyurun.
Derî vedibe. Bi vebûna derî ra dengê têlvîzîyona turkan û qerebalixa kesên ku di salonê da rûniştine tijî xwendingehê dibe û derî teq li rûnişteka mamostayî dikeve û gencekî keşxe tê hundurr û silavê dide zarokan û mamosta û bi destê mosmosta ra digire.
Mamosta dibêje zarokan: rabin ser xwe.
Çend zarok radibin û yên dî cîhê xwe nalivin.
Ew gencê keşxe dibêje: fermon, fermon rûnin, tika ye. Û pê ra jî ji dema mamosta dipirse:Mamosta mandî nebî.
Mamosta: Saxol!
Lêvenêrr: Ji kerema xwe deftera navê zarokan bide min, ez dîna xwe bidemê.
Mamosta defterê dide lêvenêrr.
Lêvenêrr li defterê mêz dike û pîçekê dihizire û ji mamosta dipirse: Te li cîhê nasnavê çima nivîsîye paşnav?
Mamosta: Dayîka min ji familienamê ra digot: Paşnav
Lêvenêrr: Te li cîhê îmzayê da jî nivîsîye: Destxet, destxet çîye?
Mamosta: Ez benî îmza turkî ye. Destxet kurdî ye.
Lêvenêrr: Îmza turkî nîne. Ew peyvek erebî ye. Kurd ji wê ra dibêjin destîne. Lê destxet tiştekî dî ye.
Mamosta: Dayîka min ji îmzayê ra digot destxet.
Lêvenêrr: Destxet elyazîya turkî û handschrifta almanî ye.
Mamosta: Dayîka min kurdîzan bû. Ewê herdem ji îmzayê ra digot destxet.
Lêvenêrr: Ma dayîka te pirofesorê zimanî bû?
Mamosta: Na, lê dayîka min kurdî xeber dida. Dayîka min peyvek turkî jî nizanî.
Lêvenêrr: Baş e, ma kê peyvek turkî nizanibe, ew kurdîzan e?
Mamosta tûrre dibe: Hê heqaret etme!
Dibe xirrecirr û qerebalixa mamosta û lêvenêrî. Di wê navê da zarok bi hev ra xwe li derî didin û derî li ser rûnişteka mamostayî da pal didin. Mamosta li erdê dikeve û zarok ji xwendingehê derdikevin û dengê têlvîzîyona turkî her derî dagîr dike û dibêje: burasi navenda çanda kurdî dir.
Perde dadikeve
perwiz3@hotmail.com
***
Nivîsên din ên Perwîzê Cîhanî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Şiroveyek li ser helbesta Pertew Begê Hekarî
- Romana Sîya Dema Borî di tayên pêkêşkê de
- Alfabêya kurdî ya hevpişk
- Em peyvên ku di ferhengên kurdî de nîn in diweşînin