Diyarname
Strana "Xatûn" bi salan berê ji dengê Ciwan Haco me guhdarî kiribû û niha bi şiroveyeke nû, du hunermendên serketî ew xwendin û pêşkêş kirin. Em qala Gulbahar Kavcu û Harûn Elkî dikin.
Strana "Xatûn"ê gotinên wê aîdê Dilber Haco ne û muzîk jî aîdê Ciwan Haco ye. Û niha Gulbahar Kavcu û Harûn Elkî ew bi hev re ji nû ve şirove kirine. Videoya wê jî Erkan Eryigit kişandine.
Ev strana xweş, bi şiroveya nip û nû û nazik, bi awazeke narîn li pêşberî guhdarîn muzîka kurdî ye. Ji bo vê hefteyê em vê wekî Klîba Hefteyê hildibijêrin û pêşkêşî we dikin.
Kerem bikin.