Diyarname
Fîlmên di di çarçoveya "Pêşbaziya Neteweyî" de di navbera rojên 20-27'ê vê mehê bêne nîşandayîn diyar bûn.
Ji ber ku 54'emîn Festîvala Fîlman a Antalyayê "Pêşbaziya Neteweyî" ji festîvalê derxist alternatîfa wê bi navê "54'emîn Pêşbaziya Neteweyî" li Stenbolê ev yek li dar dikeve.
"Gênco" yê Ali Kemal Çinar, "Mr Gay Syria" yê Ayşe Toprak, "Kar" ê Emre Erdogdu, "Korfez" ê Emre Yeksan, "Daha" ê Onur Saylak, "Put Şeylere" ê Onur Unlu, "Blue" yê Sertan Unver, "Benim Varuş Hikayem" ê Yunus Ozan Korkut ji bo "Pêşbaziya Neteweyî hatine hilbijartin û endamên juriyê Hulya Uçansu, Kadir İnanir, Nihal Yalçin, Sarkis, Sevin Okyay û Tayfun Pirselimoglu dê van binirxînin.
Fîlmê derhêner Halit Refîg ê bi navê "Gurbet Kuşlari" ku di sala 1964'an de di 1'emîn Festîvala Fîlman a Antalyayê de xelata Fîlmê Herî Serketî girtibû dê wekî fîlmê destpêkê yê vê pêşbaziyê bê nîşandayîn.
Di pêşbaziyê de di warê fîlm, derhêner, senaryo, lîstikvana jin û lîstikvê mêr, di 5 waran de dê xelat bê dayîn.
Her wiha Siyad (Komeleya Nivîskarên Sînemayê) jî dê xelatek bide ku endamên wan jî ev in: Tul Akbal Sualp, Okan Arpaç û Ali Deniz Şensoz.
**
Nûçeya eleqedar: