Amed
Maçên Lîga Super a Tirkiyeyê dest pê kir. Diyarbekirspor ku ew jî di Lîga Super de dilîze di hefteya yekem de li mala xwe bi Ankaragucu re 2-2 wekî hev ma.
Di maçê de Ankaragucu bi Ceyhun du caran derket pêş lê Amedê bi golên Adnan û Mendoza bersiv da û maç bi 2-2 bi dawî bû.
Maç berî dest pê bike Midûrê Emniyetê yê Amedê yê nû Mustafa Saglam derket sehayê, li dora sehayê geriya û silav li tameşevanan kir. Vê yekê balê kişand.
Temaşevanên Diyarbekirsporê bi hoparlorê bi stranên bi kurdî coş da lîstikvanan.
Kunyeya maçê:
Stad: Ataturk
Hakêm: Koray Gençerler, Gokhan Memişoglu, Uygar Bebek
Diyarbekirspor: Fevzi, Azmy Mohamed, Diallo, Ogaili, Ayman (Dq. 73 Erdinç), Bariş, Şener, Adnan, Erhan (Dq. 81 Yasir), Eren (Dk. 46 Menduza), Erdal.
Ankaragucu: Serkan, Elyasa, Semavi, Leonardo, Ufuk (Dq. 69 Vassel), Ceyhun, Abdullah (Dq. 58 Henderson), Barbaros, Sibo (Dq. 90 4 İlkem), Diego, Cihan
Gol: Dq. 8 û 45 Ceyhun (Ankaragucu), Dq. 23 Adnan, Dq. 69 Menduza (Diyarbekirspor)