Diyarname
Kovara nûbiharê ji bo 21'emîn salvegera destpêkirina weşana xwe sempozyûmeke li dar dixe. Sempozyûma Nûbiharê bi navê "Sempozyûma Navneteweyî ya Dîn, Ziman û Nasnameyê" li Amedê di navbera 21-22'yê vê mehê de li dar dikeve.
Sempozyûm dê li Salona Konferansê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar bikeve.
Di sempozyûmê de dê gelek pispor, akamedisyen, siyasetmedar, lêkolîner û çalakvan lê amade bin û fikrên xwe bînin ziman.


