Diyarname
Balafirên dewleta Tirkiyeyê îşev bi ser Kobanî, Tel Rifat, Dirbesiyê, Eyn Îsa jî di nav de bombe bi ser hin herêmên kurdan de barîn. Li gor agahiyên pêşî 11 sivîl mirine. Yek jê rojnameger 6 sivîl birîndar bûne. Di nav kesên mirine de nûçegîhanê Ajansa Hawarê (ANHA) Îsam Ebdullah jî heye. Nûçegîhanê Stêrk TV jî di nav birîndaran de e. Li aliyê din di van êrîşan de li gundê Qizêlê yê Girê Spî hin Sûriyeyê jî mirine.
Serfermandarê Gşitî yê QSD’ê Maslûm Ebdî ji bo Ronahî TV axivî û got: “Di vê êrîşê de cudahî nexistine nava sivîl û cihên leşkerî. Di êrîşê de şehîdên me hene. Hin birîndarên me hene. Li gor agahiyên gihîştine ber destên me êrîş dê demekê bidomin.”
Ebdî gotiye ku tu têkiliya wan bi bûyera li Stenbolê re nîn e û ev yek ji bo êrîşê me bikin hatiye amadekirin.
HDP dicive
Li aliyê din HDP’ê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand ku ji bo li ser bûyerê biaxivin Lijneya Rêvberiya Navendî ya wan dê bi awayekî lezgîn li hev bicive.