Diyarname
2'yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Edeneyê dê meha pêşiya me di navbera 18-24'yê li dar bikeve. Heta 21'ê vê mehê kesên bixwazin dikarin berhemên xwe bişînin ber destên amadekaran.
Festîval wekî par îsal jî divê vê mehê li dar biketa lê ji ber hin sedeman bi paş ve hatiye xistin û meha pêşiya me dê li dar bikeve.
Di festîvalê de Pêşbaziya Fîlmên Metrajdirêj a Navneteweyî, Pêşbaziya Fîlmên Metrajdirêj a Neteweyî, ya Kurtefîlm û Belgefîlman li dar dikeve.
Hin fîlmên serî lêdane û fîlmên ji niha û pêde dê serî lê bidin dê bêne nirxandin.
Festîval îsal Xelata Rûmetê dide Cahit Bekay, Evanthia Reboutsika
Ji bo têkiliyê:
www.ueff.com.tr
bilgi@ueff.com.tr
press@ueff.com.tr
twitter.com/Edirne_FF
https://www.facebook.com/edirneff/


